GÎRESUN - Li navçeya Bûlancakê 2 şîrket dixwazin li qadên daristanî û zeviyan û baxçeyên findiqan xebatên sondajê yên lêgerîna madenê bikin. Ji bo her du şîrketan biryara "ÇED ne hewce ye" hat dayîn.
Li navçeya Bûlancak a Gîresûnê 2 şîrket dixwazin li 2 deverên cuda xebatên sondajê yên lêgerîna madenê bikin. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ji bo her du şîrketan biryara "ÇED ne hewce ye" da.
Ji van sondajan a ewil dê li gundê Bayindir û gundê Tokmadîn û sînorê bajaroka Kovanlik ên navçeya Bûlancak a Gîresûnê ji aliyê şîrketa TECHNO FEED'ê ve bên çêkirin. Li herêmê ruxseta şîrketê ya ji bo lêgerîna madenê heye. Di nava qada 998,19 hektarî ya biruxset de, tê plankirin ku li 3 deveran sondaj bê çêkirin.
Xebatên sondajê ku dê qadeke 3 hektarî bihewînin, kûrahî wekî 950 metre hat diyarkirin. Xebatên sondajê dê li herêma Ordû-Trabzon-Rîze-Gîresûn-Gumuşhane-Artvînê bên çêkirin. Cihê ku sondaj lê bên çêkirin jî hemû bitapû ne û nêzî jîngehan e.
Her wiha li gundê Tandir û Taxa Ahûrlû ya bajarokê Kovanlikê ji bo şîrketa bi navê Akan Madencîlîkê jî heman biryar hat dayîn. Ruxsata şîrketê ya 983,52 hektarî ya lêgerîna madenê heye.
Ji bo her du cihên ku dê sondaj lê bên çêkirin Midûriyeta Herêmê ya Çandinî û Daristanê, biryara neyînî da. Midûriyetê di biryara xwe ya 19'ê Adara 2025'an de diyar kir ku cihê ku tê xwestin sondja lê bên çêkirin qadên daristanî ne. Lê belê midûriyetê di nivîsa xwe ya 23'yê Hezîrana 2025'an de diyar kir ku ger destûr bê stendin ji bo xebatên lêgerîna madenê tu talûke tune ye.
Herêma ku tê xwestin sondaj lê bê çêkirin Ordû-Trabzon-Rîze-Gîresûn-Gumuşhane-Artvîn e. Li vir zeviyên findiqan hene.
MA / Tolga Guney