ŞIRNEX – Şêwekar Besna Acu portreyên kesayetên naskirî yên ji wêje, çand û dîroka Kurdî li ser dîwarên avahiya Şaredariya Cizîrê neqişand.
Dîwarên avahiya xizmetê ya Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê û cihên dîrokî, bi portreyên kesayetên navdar ên wêjeya Kurdî, helbest, wêneyên lehengên Kurd hatine xemilandin. Tabloyên ku ji 13 beşên cuda pêk tên, portre û helbetên Melayê Cizîrî, Eyşe Şan, Ehmedê Xanê, Meyrem Xan, Îsmaîl Ebûlîz El-Cezerî, Mehmed Uzun, Feqiyê Teyran, Mehmed Arif Cizrawî û Celadet Elî Bedirxan, her wiha çîroka evîna Mem û Zîn û Pezkûvî cih digirin. Di nava şêwekarên ku dîwar xemilandine de Besna Acu jî heye ku ev 8 sal in li bajarên cuda kesayetên navdar, destan û sembolên wêjeya Kurdî li ser dîwaran dineqşîne.
LI SER HER KEVÎREKÊ ŞOPA DÎROKÊ HEYE
Besna Acu da zanîn ku neqişandina dîwarên Şaredariya Cîzêrê 2 meh dewam kiriye û wiha got: “13 beşên cûda hene. Li her cihekî wêneyek cûda hat neqişandin. Her yek çîrok û wateyeke xwe heye. Wêne li gorî çand û hunera Kurd hatin neqişandin. Xweseriya Botanê li ber çavan hat girtin. Li ser dîwaran neqişandina wêneyan mijareke teknîkî ye. Encama hewldaneke bi salan e. Bersiva pirsa çima ev wêne; em Kurd in, Cizîr jî bajarekî dîrokî ya Kurdan e. Li her kolan û kevirekî Cîzîrê de şopa dîrokî heye. Em dixwazin welatiyên ku tên şaredariyê ji bo tiştên aydî xwe bibînin ev wêne hatin tercîhkirin. Ji bo jiyandina çanda Kurdî huner xwedî cihek girîng e.”
‘DIVÊ XEBATÊN BI VÎ RENGÎ BÊN ZÊDEKIRIN’
Besna Acu ku bal kişand ser girîngiya parastin û çanda Kurdan û wiha got, "Ji bo mirov xwe nas bike, pêwîste çand û dîroka xwe nas bike û bixwîne. Eger mirov dîrok û çanda xwe nizanibe, ne pêkane ku mirov behsa hebûna xwe bike. Koka şexsekî di dîrok û çanda xwe de derewan dike. Piştî ku me dest bi neqişandina wêneyan kir, gelek kesan xwe gihandin me û hestên xwe parve kirin û gotin ku ew kêfxweş in. Di demên dawî de kesên ku derbas dibin meraq dikin û dipirsin an jî lêkolîn dikin bê ka mirovên di portreyan de kî ne. Di heman demê de wan nivîsên ku li gel wêneyan diçin jî dixwînin. Di vî warî de girîng e ku çand û dîroka Kurdan bi hunerê re bê vegotin. Divê rêveberiyên herêmî karên bi vî rengî li herêmên berçav ên bajaran zêde bikin.”
MA / Emrullah Acar