ENQERE - Endamê komîsyona li meclisê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç diyar kir ku ew ê ji bo yasayên entegrasyonê pêşniyaran bikin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya dîrokî ya 27’ê Sibatê de banga xwefesixkirinê li PKK’ê û banga avêtina gavên siyasî û hiqûqî jî li dewletê kir. PKK’ê, di çarçoveya bangê de kongreya xwe li dar xist û xebatên xwe bi dawî kir. Di merasîma 11’ê Tîrmehê de jî çekên xwe şewitand. Di çarçoveya pêvajoyê de li Meclisê “"Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" hate avakirin. Gelek derdorên cuda avakirina komîsyonê weke gaveke girîng dibînin û daxwaz û pêşniyarên cuda dikin.
Endamê komîsyona li meclisê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç têkildarî xebatên komîsyonê axivî. Oluç, diyar kir ku cihê çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd Meclis e û got: “Hem ji hêla civakî hem jî siyasî ve piraniya partiyan di komîsyonê de cih digirin û ev gelek girîng e. Ev yek, ji bo civakîbûna pêvajoyê jî girîng e. Aştî, biqasî civakî dibe dikare pêk bê. Ji bo çareseriyê divê Meclis hewl bide û xwedî li pêvajoyê derkeve.”
RÊVEBIRINEKE DEMOKRATÎK
Oluç, bal kişand ser pêşnûmeya ji 12 xalan pêk dihat a komîsyonê û got ku bi piraniya dengan hatiye erêkirin. Oluç, destnîşan kir ku di komîsyonê de şêweyê rêvebirineke demokratîk derketiye holê. Oluç, got ku ji navê komîsyonê heta hemû xebatên din, hemû partiyan li hev kiriye.
‘YASAYÊN ENTEGRASYONÊ’
Oluç, da zanîn ku komîsyon dê malovaniya gelek nîqaşan bike lê nikare hemû pirsgirêkan bi tena serê xwe çareser bike û got: “Pêdivî bi guhertinên destûra bingehîn heye. Lê em ê di komîsyonê de ser destûra bingehîn nîqaşan nekin. Ji ber ku cihê wê nîne. Lê dê li ser yasayên girîng were axaftin. Weke mînak, yasayên entegrasyonê. Em ê di vê mijarê de ji bo sererastkirinên yasayî pêşniyarên xwe bikin. Bi taybet jî pêdivî bi sererastkirinên yasayî heye ku kesên çek şewitandin dîsa daxilî jiyana civakî û siyasî bibin.”
'LI SER GUHERÎNA ÎNFAZÊ DÊ WERE AXAFTIN’
Bi domdarî Oluç got ku di gelek qadan de pirsgirêk hene û wiha pê de çû: “Ji van yek jî girtîgeh in. Li wir pirsgirêkên cidî hene. Lewma dê li ser yasaya înfazê hevdîtin bên kirin. Dê li ser TCK û TMK’ê were axaftin. Em ê li ser meseleya qeyûman, li ser yasaya rêveberiyên herêmî biaxivin. Em dikarin tevekan weke gavên ji bo demokratîkbûnê binirxînin.”
ERKA KOMÎSYONÊ
Oluç, daxuyand ku dê komîsyon qanûnan çêneke lê dê di mijara guherandina qanûnên weke TMK, Qanûna Înfazê û hwd. pêşniyaran bike. Oluç, got: “Hewce bike dê xal bi xal bên nîqaşkirin û pêşniyar bên kirin. Piştre dê ji komîsyonên îhtîsasê yê Meclisê re bên şandin. Weke mînak, Komîsyona Edaletê dê van pêşniyaran binirxîne û şeklê dawî bîne Lijneya Giştî ya Meclisê.”
‘DIBE KU HINEK CIVÎN JI ÇAPEMENIYÊ RE GIRTÎ BIN’
Oluç, got ku dibe hinek civînên komîsyonê ji çapemenî û raya giştî re girtî bin û ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de dê komîsyon biryarê bide. Weke mînak dê di civîna pêş de Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Hundir û MÎT raporan pêşkeş bikin. Îxtîmaleke mezin ev civîn dê girtî be. Li Meclisê jî carnan civînên girtî tên kirin. Lê civînên din dê vekirî bin.”
'FIKRA HER KESÎ DÊ DI KOMÎSYONÊ DE HEBE’
Oluç, da zanîn ku rêxistinên civaka sivîl û derdorên civakî jî dê di komîsyonê de cih bigirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş, ji bo çareserî û civakîbûna aştiyê gavekî jiyanî ye. Ji destpêkê ve ye ev pêşniyara me ye. Komîsyoneke tenê di nava Meclisê de dê teng bimîne. Komîsyonê derfet da ku rêxistinên civaka sivîl, zanîngeh, pispor, rûspî û gelek kes werin vexwendin. Nav dê li gorî pêşniyarên partiyên siyasî teşe bigirin. Ev kes dê nêrîn û pêşniyarên xwe vebêjin û rexneyên xwe bikin. Bi vê yekê re dê fikra her kesî di komîsyonê de cih bigire.”
MA / Mehmet Aslan - Melîk Varol