RIHA – Li girtîgehên Riha û Tokatê di 2 salan de 56 caran berdana girtiyan hatiye taloqkirin û înfaza 16 kesan jî bi temamî hatiye şewitandin.
Bi "Rêziknameya Der Barê Nirxandina Navendên Çavdêrî û Senifandinê û Hikumxwaran" re berdana bi şertî ket destê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê. Berdana bi şertî ya girtiyan û hikumxwaran a di Qanûna Înfazê de hatibû pênasekirin, bi vê rêziknameyê hat sînordarkirin. Rêvebirina rêziknameyê jî ket destê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê. Ji ber vê lijne jî bi hincetên cuda berdana girtiyan taloqk dike yan jî înfaza wan dişewitîne.
Li girtîgehên Riha û Tokatê ku tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne, taloqkirina berdana girtiyan û şewitandina înfazan her tiştî dide der. Li gor daneyên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Rihayê, di 2 salên dawî de; li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê înfaza 23 girtiyan, li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa a Rihayê înfaza 13 girtiyan, li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê înfaza 17 girtiyan û li Girtîgeha Sêwregê jî înfaza 3 girtiyan hat şewitandin. Bi giştî înfaza 38 girtiyan 56 caran hat taloqkirin û ji van înfaza 16 kesan jî ji ber cezayên dîsîplînê bi temamî hat şewitandin. Girtiyên înfaza wan hatine şewitandin 4 jê li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T, 4 jê li Girtîgeha Hejmar 1 a Rihatê û 8 jê jî li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê ne.
Li van girtîgehan 51 kes jî çendî rewşa wan ji bo berdana bi şertî guncaw e jî, ev yek nayê sepandinç Li gor daneyan di 2 salên dawî de li Girtîgeha Hejmar 1 a Rihayê 21 girtî, li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê 19 girtî, li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê 9 girtî û li Girtîgeha Sêwregê jî 2 girtî nikaribûn sûd ji berdana şertî bigirin.
DANEYÊN 2024'AN
Li van girtîgehan di sala 2023'yan de înfaza 22 girtiyan hat taloqkirin û înfaza 9 girtiyan jî hat şewitandin. Herî zêde taloqkirina înfazê di sala 2024'an de çêbû. Di sala 2024'an de li 3 girtîgehan tenê kesek bi şertî hat berdan. Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê înfaza 6 girtiyan, li Girtîgeha Sêwregê înfaza 2 girtiyan 11 caran û li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê jî înfaza 7 girtiyan 12 caran hat taloqkirin. Li van girtîgehan înfaza 6 kesan jî hat şewitandin.
DANEYÊN 2025'AN
Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê înfaza 4 girtiyan 6 caran hat taloqkirin. Li Girtîgeha Hejmar 1 a Rihayê înfaza 2 girtiyan, li Girtîgeha Hejmar 2 a Rihayê înfaza 2 girtiyan hat taloqkirin û înfaza girtiyekî hat şewitandin. Her wiha li van girtîgehan 8 kes jî nikairbûn sûd ji berdana şertî bigirin.
Li van girtîgehan Mehmet Şîrîn Kaya, Kamûran Taş, Adnan Çelebî, Mehmet Sayilgan, Aydin Degîrmencî, Sûat Berlîk, Ayhan Bayar, Îrfan Kîper, Hakki Polat û Ahmet Tûnelî yên dema înfaza xwe temam kirine, nayên berdan.
Di salekê de ji van girtîgehan 63 girtî ber bi girtîgehên cuda ve hatine sewqkirin.
MAFÊ DERMANKIRINÊ TÊ ASTENGKIRIN
Li van girtîgehan xwegihandina tenduristiyê û binpêkirina mafan didome. Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, ji ber ferzkirin lêgerîna li hundirê dev girtî 9 meh in ji mafê dermankirinê tên mehrûmkirin. Girtiyê nexweş Omer Yaman (70) ji ber lêgerîna li hundirê dev qebûl nekir, çavekî wî kor bû. Yamanê ku gelek nexweşînên wî hene, parêzerên wî di 24'ê Tîrmehê de ji bo berdana wî serlêdan kirin, lê serlêdan di 27'ê Tîrmehê de hat redkirin.
MA / Ceyhan Şahînlî