* Yasîn Arslan, ku der barê birayê xwe Metîn Arslan de got "Her kêlî, her deqeyek ku wî xerc kir, hem ji bo me û hem jî ji bo pêşdebirina têkoşînê bû" û xwişka wî Rabîa Arslanê jî ji bo birayê xwe wiha got: "Em careke din bi birayê xwe serbilind bûn."
* Nûnera Platforma Şiyar Be! ya Êlihê Gulbahar Kaya diyar kir ku ew ê nexşeya cihên ku tiryak lê tê bikaranîn çêbikin û got: "Divê em şiyar bibin."
* Îdeolojiya Rizgariya Jinê ku Abdullah Ocalan 27 sal berê di 8'ê Adarê de ragihandibû, bi veguherîna ku çêkiriye bandorê li cîhanê dike. Bi pêvajoya nû re, Ocalan careke din bang li jinan kir ku li dora vê îdeolojiyê xwe birêxistin bikin.
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin hêj nexşerêya xwe diyar nekiriye û hewcehî bi amadekirina nexşerêyê heye.
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDÎ
* Jin dê li Taxa Suphanê ya Wanê li dijî hewldana qeyûm ku dixwaze Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîranê bigire, daxuyaniyê bidin. (15.00)
* Çalakiya karkerên ji hêla qeyûmê Wanê ve ji kar hatin derxistin dê li Parka Feqiyê Teyran bidome. (18.00)