Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in

  • rojane
  • 11:38 15 Tebax 2025
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser “dijberiya Kurdan” a Hakan Fîdan û got: “Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Ayşegul Doganê ji ewil bertek nîşanî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da û got operasyonên bi vî rengî mudaxileya li dijî îradeya gel e.  Ayşegul Doganê got ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe û ji bo vê divê gavên bibiryar bên avêtin. 
 
BENDEWARIYA JI KOMÎSYONÊ ZÊDE YE 
 
Bi domdarî Ayşegul Doganê diyar kir ku lidarxistina civîna sêyemîn a komîsyonê girîng e û got: “Em hêvî dikin ku dema ji bo komîsyonê hatiye veqetandin bi awayekî herî baş bê bikaranîn. Em li qadê dibînin ku bendewariyeke mezin a gel ji komîsyonê heye. Bêguman ji bo komîsyon bikare hedefên xwe bi cih bîne, hinek tişt pêwîst in. Pêwîstiya herî mezin jî ew e ku zemîneke qanûnî yê vê pêvajoyê hebe. Divê bi sererastkirinên hiqûqî, siyaseta demokratîk û aştiya civakî jî piştgiriyê bidin van her du xalan. Bi van re dikare wekhevî, edalet û azadî çêbibe. Ew jî ew sererastkirin jî têkildarî wekhevî, edalet û azadiyê de ne.” 
 
HEFTEYA PÊŞ A KOMÎSYONÊ
 
Bi domdarî Ayşegul Doganê got dê di hefteya pêş de pêşniyar, agahî û tecrubeyan were guhdarîkirin. Me di serî de gotibû ku divê komîsyon li derdorên cuda yên civakî guhdarî bike. Di vê mijarê de komîsyon dê bi roleke girîng rabe. Dê di destpêka hefteyê de diyar bibe ka komîsyon dê vê hefteyê li kê guhdarî bike. Di pêvajoya pevçûnan de gelek kes li tirkiyeyê jê bandor bûn. Vaye dê li gotin û tecrûbeyên wan bê guhdarîkirin ku ev gelek biqîmet e. Em careke din bang dikin ku xwe bigihînin partiya me. Hûn dikarin rapor û nivîsên xwe ji me re ragihînin.”
 
‘JI BO TIRKIYEYÊ NE XETERE LÊ FIRSEND E’
 
Ayşegul Doganê piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirseke têkildarî geşedanên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ayşegul Doganê wiha bersiv da: “Car bi car di navbera HSD û hêzên girêdayî hikûmeta demkî de pevçûn derdikevin. Hinek eşîrên Ereb li dijî HSD’ê daxuyanî dan. Lê em dixwazin tiştên li Sûriyeyê diqewimin rast bixwînin. Nêzikatiya partiya me zelal e; em dibêjin ku dema li vir çareserî tê pêşkeşkirin de divê bi Kurdên li Sûriyeyê re jî di nava lihevkirineke dîrokî û mayinde de bin. Lewma jî destkeftiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê, yên gelan, avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ji bo Tirkiyeyê ne xetere ye û dikare veguhere firsendê. 
 
DAXUYANIYÊN HAKAN FÎDAN
 
Hevserokê me yê giştî Tuncer Bakirhan got; ‘Bi qasî ez dizanim Hakan Fîdan di qebîneya Sûriyeyê de cih nagire.’ Bi rastî jî Fîdan daxuyaniyên wisa dide ku dibêjî qey di qebîneya Sûriyeyê de cih digire. Bi taybet jî di demên dawî de pir wisa dike. Zimanê Hakan Fîdan bi kar tîne, ne li gorî ruhê rîtma pêvajoyê ye. Li daxuyaniyên Fîdan ên ji destpêka pêvajoyê heta niha binêrin. Li ziman, gefên wî binêrin. Em wisa difikirin ku demogojiyê tercîh dike. Ev zimanê quretiyê tenê dikare destê dijberan xurt bike. Em bang lê dikin ku dev ji vî zimanî berde. Pêdivî bi zimanê çareserî û aramiyê heye.” 
 

Sernavên din

15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin
12:50 Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
12:14 OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
11:44 Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin
11:43 Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
11:37 Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
10:46 Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
10:31 Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû
09:54 Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
09:38 ‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
09:08 Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
09:02 Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
09:01 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
09:00 ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
07:59 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin