STANBOL - Rojnamevan Faruk Eren, diyar kir ku medya ezmûneke nebaş dide û wiha got: “Zimanekî ku di pêvajoyê de her kêliyê provokasyon çêbibe bi kar tîne. Divê ev ziman biguhere. Divê aştî û demokrasiyê teşwîq bikin.”
Pêvajoya bi banga Serokê Giştî yê MHP Devlet Bahçelî û bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de dest pê kir, didome. Piştî 10 mehan li Meclisê “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” hate avakirin. Yek ji hîmên herî girîng ên pêvjaoyê bi civakê re parve bike, medya ye. Zimanê medyaya kemalîst a nêzî CHP’ê û ya netewperestên ku ji MHP’ê veqetiyane “êrişkar”, “milîtarîst” û “li dijî desthilatê” ye, herwiha zimanê medyaya nêzî desthilatê jî li dijî pêvajoyê “serdest” e.
Rojnamevan Faruk Eren, têkildarî zimanê medyayê û rola medyayê ya di pêvajoyê de nirxand.
‘MANŞETÊN ŞERMÊ’
Eren, got ku zimanê medyaya berî desthilata AKP’ê dewletperest, milîtarîst, neteweperest û dijminê jinê bû û nêzikatiya wan a ji bo pirsgirêka Kurd di dîrokê de “manşetên şermê bûn”. Eren, diyar kir ku di pêvajoya 2013-2015’an de zimanê çamepemeniya AKP’ê erênî bû û wiha axivî: “Lêbelê piştî ku pêvajo xilas bû, heta demeke nêz bûyerên ne xweş rûdan. Ne tenê li dijî rêxistînê li dijî HDP û CHP’ê zimaneke dijminane hate bikaranîn. Heta wextekî nêz, civîna DEM Partiyê ya heftane di tu qanelên televizyonê de nedihat weşandin. Lêbelê di televîzyonan de her roj qala DEM Partiyê dihate kirin.”
‘MEDYA DI EZMÛNEKE XIRAB DE DERBAS DIBE’
Eren, anî ziman ku li Meclisê dema Devlet Bahçelî çû bi destên parlamenterên DEM Partiyê girt û banga Abdullah Ocalan her kes matmayî hiştiye û wiha pê de çû: “Kes ne li benda tevgereke wiha bû. Piştî ku ev matmayîn bihurî dîsa pêvajo bi terorê hate pênasekirin. Medyaya AKP’ê pêvajo wek ‘Tirkiyeya bêteror” pênase kir. Komîsyon hate avakirin, hinek xebat hatin destpêkirin. Di demên pêş de em ê geşedanan bibinin. Der heqê pêvajoyê de fikarên her kesî hene. Medyaya muxalif jî berî pêvajoyê nêzikatiya wê ya li pirsgirêka Kurd wek medyaya AKP’ê bû. Ji ber vê yekê medya di azmûneke xirab de derbas dibe.”
‘MEDYAYA NAVENDÎ JI ŞER HEZ DIKE’
Eren, destnîşan kir ku medyaya muxalîf li dijî pêvajoyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ku li dijî pêvajoyê ne ji xwe re dibêjin ‘muxalif’. Dema ditengijin jî dibêjin ‘em ne li dijî aştiyê ne, helebt bila çek bên danîn.’ Lewra li gotî nêrîna wan pirsgirêka Kurd tune. Li Tirkiyeyê hemû pirsgirêk bi AKP’ê ve nehatiye destpêkirin divê ev yek bê nîqaşkirin. Kevneşopiyeke dewletê heye. Helbet di dema AKP’ê de binpêkirin û bêhiqûqiyên mezin rûdan. Lêbelê ev yek AKP’ê neafirandiye. Berî AKP’ê jî pirsgirêka Kurd, pirsgirêka mafên mirovan, pirsgirêka demokrasiyê û edaletê hebû. Medyaya Tirkiyeyê mîlîtarîst, dewletperest, şerxwaz e. Medyaya navendî ji şer hez dike, ev yek ji aliyê bazirganî bêtir îdeolojîk e.”
‘DIVÊ ZIMANÊ PROVOKATÎF BÊ GUHERTIN’
Eren, destnîşan kir ku rojnamevan ne bêalî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojnamevan alîgirê gel, rastî, aştî û demokrasiyê ye. Mixabin medyaya navendî ya Tirkiyeyê ne zimanê aştiyê, zimanê şer hildibijêre. Rojnemavaniya aştiyê ne tenê pirsgirêka rojnemevanan e. Rojnamevan bi tena serê xwe nikarin rojnamevaniya aştiyê bikin. Ev yek bi tundiya xwînêr û bînêran ve çêdibe. Divê medyaya ku li dijî pêvajoyê zimanê provokatîf bikar tîne neyê temaşekirin û xwendin. Li dijî pêvajoyê zimaneke provokatîf tê bikaranîn. Divê medya div ê pêvajoyê de aştî û demokrasiyê teşwîq bike û raya giştî bi hişmendiyeke wiha ve tevbigere.”
MA / Melîk Çelîk