‘Gulistan mamosteya Çapemeniya Azad bû, Hêro jî hêla wê ya bihêz bû'

  • rojane
  • 09:06 22 Tebax 2025
  • |
ŞIRNEX - Şoxan Mîrza, behsa Gulistan Tara û Hêro Bahaddînê kir ku par di êrişa droneyan de hatin qetilkirin û got: "Gulistan ji bo me perwerdekarek bû, mamosteyek bû. Hêro jî, hêza Çapemeniya Azad temsîl dikir. Em ê mîrateya wan a têkoşînê xurttir bikin."
 
Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di 23'yê Tebaxa 2024'an de li nêzîkî gundê Teperreş ê navçeya Seyidsadiq a Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişeke SÎHA'yên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Çapemeniya Azad û rêxistinên navneteweyî Tirkiyeyê ji kuştina rojnamevanan berpirsyar dîtin, lê Tirkiyeyê daxuyaniyek jî neda. Li ser komkujiyê tu lêpirsîn nehat destpêkirin.
 
Em di salvegera qetilkirina her du rojnamevanan de bi hevkarê wan, rojnamevan Şoxan Mîrza re axivîn.
 
‘GULISTAN JINEKE PÊŞENG BÛ'
 
Şoxan Mirza destnîşan kir ku Gulistan Tara zêdetirî 20 salan di xebata Çapemeniya Azad de cih girtiye û got: "Gulistan jineke pêşeng bû. Ew rojnamevaneke şoreşger bû ku di çapemeniyê de ji bo azadiya jinan têdikoşiya. Bi her gaveke ku diavêt, tovên azadiyê diçand, rê û rêwiyên nû diafirand. Têkiliya wê bi mirovan re têkiliya hevaltiyê bû. Wê ne tenê xeteke îdeolojîk diparast; wê bi rêya hevaltiyê ew pêk dianî. Ew jineke bi îradeyeke xurt bû ku xwe di Çapemeniya Azad de dît û jiyana xwe ji bo vê qadê terxan kir." 
 
Şoxan Mîrza bal kişand ser nêrîna Gulistan Tarayê ya li ser jinan û got: "Wê dixwest ku jin di Çapemeniya Azad de hebûneke xurt hebe. Wê her tim digot ku jin divê bihêz bin, xwe birêxistin bikin û bi têkoşîneke mezintir bersiva êrişan bidin. Ew hem perwerdekar û hem jî rêxistinvan bû. Ew kêmasiyên hevalên xwe wekî yên xwe didît, rexne li xwe dikir û ruhê kolektîf pêş dixist."
 
'HÊRO ROJNAMEVANEKE BIÎRADE BÛ'
 
Şoxan Mîrza destnîşan kir ku rojnamevan Hero Bahadîn jî jiyana xwe ya kurt ji bo vê têkoşînê terxan kiriye û got: "Hero bi mijarên teknîkî ve mijûl bû, lê wê qet xwe bi vê yekê sînordar nekir. Ew jineke bi îradeyeke xurt bû û nêrîneke wê ya jinane hebû. Wê bi pirsa 'Ez çawa dikarim hevkarên xwe perwerde bikim û wan tevlî karê me bikim?' xwe bi berdewamî pêş dixist. Gulistan ji bo me perwerdekarek bû, mamosteyek bû. Ji aliyê din ve, Hêro aliyê nedîtî lê pir bi hêz ê Çapemeniya Azad temsîl dikir. Têkoşîna wan a hevbeş gelek tevkarî li Çapemeniya Azad ya li Herêma Federe ya Kurdistanê kir." 
 
'ARMANC BÊDENGKIRINA ÇAPEMENIYA AZAD BÛ'
 
Şoxan Mîrza diyar kir ku hedefgirtina her du rojnamevanan ji bo çavtirsandina Çapemeniya Azad bû û got: "Çapemeniya Azad hewldaneke kolektîf e. Biryar bi hev re tên girtin û bicîhanîn. Gulistan û Hêro di nav nûnerên herî girîng ên vê giyanê kolektîf de bûn. Qetilkirina wan a hedefgirtî êrişek bû ku armanca wê bêdengkirina jinên azad bû. Lê ew bi ser neketin. Piştî şehadeta wan, me hîn bêtir xwe bi vê mîrateyê ve girêda. Me bêtir nivîsand, em bêtir axivîn. Têkoşîn hîn xurttir bû. Gulistan û Hero ji bo Başûrê Kurdistanê wekî modeleke têkoşînê man."
 
Şoxan Mîrza têkiliya kûr a ku wê bi Gulistan Tara û Hero Bahaddîn re çêkiribû, wiha domand: "Wekî jineke ji Başûr, kêliya herî xweşik a jiyana min hevdîtina bi şehîd Gulistan re bû. Lê roja herî bi êş wergirtina xebera şehadeta wê bû. Zehmet e ku meriv wê rojê bi gotinan vebêje. Tiştek ji wergirtina şehadeta hevaleke ku hûn her roj bi hev re bin, mil bi mil têdikoşin, bi êştir nîne. Piştî çûyîna wan, ji bo me her tişt neqediya. Lê her çend ew bi fizîkî ji nava me çûn jî, ruh û ramanên wan bi me re dijîn. Têkiliya ku wan afirand ewqas xurt bû ku ji bo demeke dirêj, ne gengaz bû ku meriv bawer bike ku çûne. Nebûna wan di jiyana me de valahiyeke mezin çêkir. Ew ne mirovên asayî bûn. Ew hevalên ku bingeha perwerdehiya me danîn û me bi ramanên azad, mîna dayikan, mezin kirin. Em ê mîrateya wan a têkoşînê qet ji bîr nekin û em ê wê xurttir bikin."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

29/08/2025
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome
12:20 Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
11:49 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
10:34 Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
10:23 Êdî bazar jî gelek biha ye
10:17 Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan
10:14 'Neqebûlkirina ziman, neqebûlkirina aştiyê ye'
10:03 Ocalan: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne
09:50 Bernameya 1’ê Îlonê ya Êlihê diyar bû
09:43 Li Basayê bîra sondajê ya nû tê vekirin: Texrîbat dê zêdetir bibe
09:08 Serokê Giştî yê PSAKD'ê: Ji bo aştiyeke rast divê Ocalan serbest bê berdan
09:07 Ji komîsyonê re ragihandin: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:03 Belgefîlma bîra berxwedêr: Bîra Sûrê
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
08:45 Nîjadperestan li Nîgdeyê êrişî karkerên Kurd kirin
28/08/2025
17:23 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir
09:41 Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
09:20 Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
09:04 Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
09:02 Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
27/08/2025
21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
14:22 Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin
14:18 Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
13:37 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê tev li ‘Hêza Parêzvanên Niştîmanî’ bibe
13:31 Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin
13:28 Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike
13:26 Konservatuara Aram Tîgran a ku qeyûm girtibû ji nû ve tê vekirin
12:19 Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe
12:17 Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
12:09 Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
11:58 Îsraîl: Payebilindekî Hamasê hate kuştin
11:22 Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
10:56 Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
10:43 Ji bo benzînê zem hate kirin
09:57 Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
09:52 Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
09:41 Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
09:26 Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
09:10 Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
09:09 Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin