AMED - Welatiyan xwest ku şûna avahiya Dibistana Polîsan û Midûriyeta Emniyetê ku hatine hilweşandin, park were çêkirin an jî bibe cihê kombûna erdhejê.
Avahiyên Dibistana Polîsan û Midûriyeta Emniyetê ku zêdetirî 50 sal bûn dihatin bikaranîn û li taxa Mevlana Halît a navçeya Rezan a Amedê ne, di erdheja 6’ê Sibata 2023’yan a Bazarcix s Mereşê de herifîn. Avahiya ku di Adara 2024’an hat hilweşandin hêj aqûbeta wê nediyar e. Xelkê taxê dixwaze li şûna wan an park, an cihê kombûna erdhejê yan jî kompleksa werzîşê were avakirin.
Dikandarê bi navê Suleyman Demîrel, bal kişand ser girîngiya qada kombûna erdhejê û ev tişt got: “Em dixwazin ev der bibe qada kombûna erdhejê. Ev der iha vala ye. Li vir tiryak û alkol tê bikaranîn. Em dixwazin ev der bibe park û ewlehiya wê jî dabîn bikin. Li nava erda vala kesên alkolîk kom dibin û pev diçin. Bi çek û kêran êrişê hev dikin. Em wek dikandar ji vê rewşê aciz in.”
‘QADA BÊHNVEDANÊ’
Abdulmenav Korkut, rave kir ku li Rezana kevin park hindik in û got: “Em dixwazin ev der bibe park. Divê qadên ku em karibin bi azadî lê bigerin, bên avakirin. Bila mirov bên lê bêhna xwe vedin. Bila li vir li şûna tiryakfiroşan, malbat bên. Dema erdhej çêbû bila qadekî ku em karibin xwe xilas bikin hebe.”
QADA WERZÎŞ Û PERWERDEHIYÊ
Îbrahîm Halîl Demîrel ê ku ji biçûktiya xwe ve li vê taxê jiyaye jî ev tişt anî ziman: "Bila ev der bibe cihê perwerdehî û lîstika zarokan.” Şukriye Guneşê, anî ziman ku divê qadên ku kal karibin lê bêhna xwe vedin bên avakirin û ev tişt got: “Em kal in, nikarin bimeşin bila ev der bibe park.” Amîne Bugdayci, bal kişand ser zêdebûna hejmara avahiyan û got: “Em naxwazin li vir avahî bên çêkirin.” Esmer Erdemê got: “Li van doran parkek mezin tune, cihê lîstika zarokan û bêhnavedana kalan tune. Cihê kombûna erdhejê jî tune, herî baş ew e ku vir bibe park.”
DAXWAZA NEXWEŞIYÊ
Namet Bakirê, daxwaza çêkirinê nexweşxaneyê kir û ev tişt got: “Li vir nexweşxane tune ne. Nexweşxane dûrî vir in. Heta em diçin Nexweşxaneya Lêkolînê em perîşan dibin. Nifûsa vir ji sedhezarî zêdetir e. Lêbelê nexweşxaneyek tune.” Mehmet Ayvaci, got: “Gelê li vir dijîn ji sedî 70 xizan in, dema texsiyek kirê dikin û pê diçin nexweşxaneyê, hezar TL didin.”
