Dayikên ku axaftina wan a bi Kurdî hate astengkirin: Ji bo çareseriyê ji ewil zimanê me qebûl bikin

  • jin
  • 13:49 22 Tebax 2025
  • |

AMED - Dayikên Aştiyê yên ku di civîna komîsyona li Meclisê de axaftina wan a bi Kurdî hate astengkirin, diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji ewil divê Kurdî were qebûlkirin û xwestin “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan jî bê cîbicîkirin. 

Meclisa Dayikên Aştiyê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî astengkirina axaftina bi Kurdî ya di komîsyona li Meclisê hatiye avakirin de, daxuyanî dan. Yek ji Dayikên Aştiyê Nezahat Teke ku tev li civînê bûbû, anî ziman ku wan dixwestin êşên kişandine di komîsyonê de vebêjin. 
 
TIŞTÊN AXIVÎN PARVE KIR
 
Nezahat Tekeyê got ku ji ber destûra axaftina wan a bi Kurdî nehatiye, dilê wan şikestiye û got: “Di komîsyonê de min got ‘Ez ji Amedê hatime, dayikeke Kurd im. Dixwazim bi zimanê xwe biaxivim.’ Heke çareseriyek çêbibe; heke zimanê min tune be, çanda min were înkarkirin, wê demê ez jî têm înkarkirin. Wekîlên li wir gotin ku dikarin wergerê bikin. Lê dîsa jî serokê meclisê qebûl nekir. Got ‘Dê neyê qeydkirin, bila bi Tirkî were axaftin.’ Min got ‘axaftina bi Tirkî bo min giran tê, zehmetiyê dikişînim.’ Lê dîsa jî qebûl nekirin.” 
 
BANGA ‘JIDILBÛNÊ’ LI KURTULMUŞ KIR
 
Bi domdarî Nezahat Tekeyê anî ziman ku di komîsyonê de xwestine bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin û wiha pê de çû: “Divê birêz Ocalan jî di vê komîsyonê de cih bigirta, hewceye vê pêvajoyê birêve bibe. Bû 8 meh hêj dewletê tu gavek neavêtiye. Em di vê mijarê de axivîn. Zimanê me nehate qebûlkirin, vê ez gelek şikandim, dilê min ma. Heke nasnameya min, zimanê min tune be, wê demê tu hebûna min jî qebûl nakî. Heke pirsgirêka Kurd were çareserkirin, ji ewil divê Kurdî bibe zimanê fermî, divê bibe zimanê perwerdeyê. Heke kesekî bi Ingilîzî diaxive bihata, gelo dê we jê re wergêr negirta? Ez bang li komîsyon û serokê komîsyonê Nûman Kurtulmuş dikim ku jidil tevbigerin. Heke çareseriyek çêbibe, bila ji ewil zimanê min bê qebûlkirin. Zimanê me yê li Meclisê tê înkarkirin, hebûna me ye. Bila zimanê me were qebûlkirin. Em gelek şikestin.” 
 
'ÇARESERÎ LI KU YE?’
 
Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku tev li civînê bûbû jî anî ziman ku 30 sal in li Stenbolê dijî lê hînî Tirkî nebûye. Sûltan Bozkurtê diyar kir ku bi Tirkî nizane lewma li Meclisê nekariye xwe baş bîne ziman û wiha got: “Heke di sedsala Tirkiyeyê ez nekarim li Meclisê bi Kurdî biaxivim, wê demê çareserî li ku ye? Heke nasnameya te hebe divê zimanê te jî hebe. Pirzimanî, dewlemendiya dewletekê ye. Her cureyên heqaret û zordestiyê li zimanê me kirin. Daxwaza me, dewleteke ku mafên mirovan û demokrasiyê nas dike ye. Em dewletekî mîna Tirkiyeyê naxwazin. Xwezî min hemû ziman bizaniya da ku min bikariya xwe bînim ziman. Li hêla din, Kurdan her gav avêtin lê dewletê hêj tu gavên şênber neavêtiye. Tecrîdeke salên dirêj e li girtîgehan didome heye. Zext hêj mîna berê didomin. Em dibînin ku tu tiştek neguheriye. Gel dibêje ku ji dewletê bawer nake. Ji ber ku pratîka wan li holê ye.” 
 
Sûltan Bozkurtê xwest ku “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bê cîbicîkirin. 
 
'XWÎN BI AŞTIYÊ DIKARE WERE ŞÛŞTIN’
 
Dayika Aştiyê Havva Kiran jî anî ziman ku li dijî Kurdî bêtehemûliyek heye. Havva Kiranê, got: “Heke windan, diolvanî û mirovahiya wan hebûna, dê bigotina ‘Dayik in, du heb bi Tirkî axivîn, bila yek jî bi Kurdî biaxive.’ Xwezî me dayikan hemû ziman bizaniyan da ku me derdê xwe vegotibûya. Heta ku rêberî vî gelî (Ocalan) azad nebe ev gel jî dê azad nebe. Bi bi hezaran caran bangî dayikên leşker û polîsan kir. Me got ji bo aştiyê em bi destên hev bigirin. Heke maf, hiqûq û edalet hebûya dê zarokên me derneketina çiyê. Dayikên Kurd, Dayikên Aştiyê zarokên xwe defin dikin. Dîsa jî em li ser gorên zarokên xwe daxwaza aştiyê dikin. Weke Dayikên Aştiyê banga me ev e; bila dewlet destûra bingehîn biguherîne. Em, destûreke bingehîn a hebûna Kurdan qebûl dike dixwazin. Em edalet û demokrasiyê dixwazin. Di têkoşîna ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwîndê de em ê berpirsyartiya xwe bicih bînin. Xwîn bi xwînê nayê şûştin, xwîn bi aştiyê dikare were şûştin. Heta ku em sax bin em ê her aştiyê bixwazin.” 
 

Sernavên din

29/08/2025
16:25 Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
16:24 Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
16:05 Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
15:23 Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
14:53 Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
14:36 SOHR: Li Siwêdayê hejmara miriyan gihîşt 2 hezaran
14:12 NY: Di 8 mehan de li Îranê 841 kes hatin darvekirin
14:05 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Pêşniyarên tên kirin ji bo me biqîmet in
13:59 Sekreterê Giştî yê NY’ê ji bo Xezeyê Îsraîl hişyar kir
13:50 Îsraîlê ‘agirbesta’ li Xezeyê bi dawî kir
13:38 Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
12:50 DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
12:32 ‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome
12:20 Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
11:49 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
10:34 Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
10:23 Êdî bazar jî gelek biha ye
10:17 Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan
10:14 'Neqebûlkirina ziman, neqebûlkirina aştiyê ye'
10:03 Ocalan: Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne
09:50 Bernameya 1’ê Îlonê ya Êlihê diyar bû
09:43 Li Basayê bîra sondajê ya nû tê vekirin: Texrîbat dê zêdetir bibe
09:08 Serokê Giştî yê PSAKD'ê: Ji bo aştiyeke rast divê Ocalan serbest bê berdan
09:07 Ji komîsyonê re ragihandin: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:03 Belgefîlma bîra berxwedêr: Bîra Sûrê
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN
08:45 Nîjadperestan li Nîgdeyê êrişî karkerên Kurd kirin
28/08/2025
17:23 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:14 SOHR: Hîkûmeta Demkî 95 Durzî qetil kir
16:05 Salih Muslim: Rojava dikare ji bo Rojhilata Navîn bibe projeya aştiyê
15:24 Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 ‘Êrişkirina goran, bêwijdanî ye’
14:28 Bafil Talabanî: Ji bo cîhaneke demokratîk divê em bi hev re bixebitin
14:23 TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
13:48 Dengbêj Eda Mehdo bi stranan xwe ve hate definkirin
13:48 Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
13:44 Arinç: Divê mafê hêviyê teqez bê cibîcîkirin
12:19 Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
12:16 TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
12:08 DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
11:24 Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
11:17 Rûsyayê êrişî Kîevê kir: 10 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
11:11 Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
11:07 Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
10:58 Trump civîna ‘Xezeyê’ li dar xist
10:43 Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
10:20 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:02 Kursên Kurdî dest pê dikin
09:52 Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
09:51 Karsazê AKP’î guh neda biryara darazê: Gund wêran kir
09:41 Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
09:20 Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
09:04 Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
09:02 Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2025’AN
27/08/2025
21:08 Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
21:04 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
19:51 Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
16:39 Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
16:34 Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
15:51 Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
15:29 Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
14:22 Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin
14:18 Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
13:37 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê tev li ‘Hêza Parêzvanên Niştîmanî’ bibe
13:31 Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin
13:28 Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike
13:26 Konservatuara Aram Tîgran a ku qeyûm girtibû ji nû ve tê vekirin
12:19 Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe
12:17 Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
12:09 Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
11:58 Îsraîl: Payebilindekî Hamasê hate kuştin
11:22 Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
10:56 Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
10:43 Ji bo benzînê zem hate kirin
09:57 Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
09:52 Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
09:41 Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
09:26 Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
09:10 Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
09:09 Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin