Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive

  • rojane
  • 11:22 27 Tebax 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêlîn Umît, diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin hinek newêrek tevdigere û got: “Gelê Kurd, Rêber Apo weke sermuzakerevan diyar kir. Ji ewil divê ev komîsyon li Rêber Apo guhdarî bike.” 
 
Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît bûyerên li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diqewimin ji Medya Haber TV’yê re nirxand. Hêlîn Umît, diyar kir ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daye destpêkirin pêş dikeve û got: “Pêvajo bi rê ve diçe. Bi taybetî bala her kesî li ser karên komîsyonê ye. Divê karên komîsyonê ji pêvajoya giştî cuda neyê dîtin. Em di nava pêvajoyeke welê de ne ku bi ked, fedakarî, kûrbûn û hêza aqil a Rêber Apo hate afirandin. Avabûna komîsyonê û karên komîsyonê jî parçeyek ji vê pêvajoyê ye.”
 
‘CIVAK BI FIKAR E KU AKP JI PÊVAJOYaÊ VEGERE’
 
Hêlîn Umît, destnîşan kir ku di mijara xwedîderketina li pêvajoyê, rûbirûbûna bi heqîqetê re, xwedîderketina li rastiyê û nîqaşeke bi wêrekî de tirs û fikar hene û destnîşan kir ku sedema vê jî desthilatdariya AKP’ê ye.
 
Di berdewama axaftina xwe de Hêlîn Umîtê wiha got: 
 
“Rewş ji ber du sedeman bi vî rengî ye. Rabirdûyek heye. Em ji pêvajoyeke siyasî derbas bûn ku hate dîtin bê AKP’ê pişta xwe spart civaka Kurd û xwest xwe bi sazî bike. Me rastiyeke AKP-Erdogan dît ku piştî sala 2000’î bû desthilatdar, soza azadiyê da Kurdan, pêvajo bi pêş ket, di wan pêvajoyan de bi rolekê rabû, lê piştre ji nişka ve gotin di cih de be ‘maskeya xwe avêt’ rûyê xwe yê rast nîşan da. Civaka Kurd ev yek dît, civaka Tirk jî dît. Binihêrin; tundî û zilm ne tenê li Kurdan tê kirin.
 
Dixwazim bibêjim, mirovên bi wijdan ên civaka Tirkiyeyê di vê mijarê de divê hîn bêhtir bi helwesteke lêpirsîner tevbigerin. Ya rast, tundiya li hemberî civaka Kurd di heman demê de civaka Tirk tune dike. Yanî Tirkan dieciqîne. Dike ku dengê civaka Tirk dernekeve. Tê tirsandin. 24 saetan propagandayên ji bo şer, reklamên çekan, girtin, binçavkirin, tundiya polîsan... Mebesta min ev e; AKP xwedî sicîleke bi vî rengî ye. Lewma her kes hinekî ditirse, bi fikar e ku ji pêvajoyê vegere.
 
YA KU PÊVAJO BI VÊ TEMPOYÊ MEŞAND, GAVÊN RÊBER APO NE
 
Ya duyemîn jî; AKP siyaseteke gelekî pragmatîk dimeşîne. Ya ku ev pêvajo bi tempoyekê meşand, pêngavên Rêber Apo ne. AKP û desthilatdarî di vê mijarê timî lawaz ma. Çima? Ji ber ku li bûyerên li herêmê dinihêre, dixwaze pozîsyona xwe li gorî wê diyar bike. Eger firsendê bibîne dixwaze careke din Kurdan bieciqîne. Ji ber ku hînî vê yekê bûye, ev desthilatdarî ji bilî vê yekê nikare siyaseteke cuda hilberîne.  Dibêje şer, tundî, zext, ez ê kulma xwe li maseyê bixim... Hin kes ji vê yekê re dibêje dîktatoriya şexsekî. Biryar hemû ji aliyê yek kesî ve têne wergirtin. Desthilatdariyeke siyasî ya bi vî rengî ava bû.
 
Ev qadeke gelekî rehet û bi konfor e. Meşandina siyaseteke bi vî rengî gelekî rehet e. Ji ber vê yekê Trump heyranê Erdogan e. Dibe ku Putin jî qîma xwe bi wî tîne. Putin jî bi heman rengî ye, wî jî dewleteke îstîxbaratê ava kir. Mêtingerî, yekdestbûyîn, navendîbûyîn; qadeke siyasî ya rehet ji AKP’ê re ava kir, ji hêza desthilatdariyê re. Niha naxwazin ji vê qut bibin.
 
Demokrasî şêweyekî zehmet ê rêveberiyê ye. Xwedî berpirsyariyên hîn mirovî û parvekar e. Sîstemeke siyasî ye ku divê li hemû nêrînên her kesî vekirî be. Ji vê jî wêdetir tê wateya ku civak xwe ji bingehê birêxistin bike û siyaseta xwe bi xwe bike. Lê belê zîhniyeta li hemberî me ji vî alî ve ne cihê baweriyê ye. Lewma yên li komîsyonê, hin beşdarên komîsyonê hinekî bi tirs û fikar diaxivin. Bi fikara ku eger sibe ji pêvajoyê vegere wê bibêje; te li komîsyonê ev tişt got, tu endamê filan cihî ye, dikare careke din bigire. Yanî garantiya vê nîne. Li Tirkiyeya heyî garantî nîne.
 
RÊBER APO AMADE YE, LEWMA JÊ DITIRSIN
 
Li aliyê din sedema bingehîn a tevlibûna me ya bi rengekî çalak a li vê pêvajoyê, daxwaza pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Her wiha me got, ‘Heke yek hebe ku vê pêvajoyê karibe bimeşîne, ew jî Rêber Apo ye’. Di vê çarçoveyê de me hemû gavên ku Rêber Apo ji me xwest avêt. Yanî di vê mijarê de em bi berpirsyarî rabûn, bi têgihiştî nêzîk bûn, hemû wezîfeyên dikevin ser milê xwe bê kêmasî bi cih anîn.
 
Lê belê rewşeke bi vî rengî heye. Zêdeyî meheke hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Me got, tecrîd hinekî derizî. Belê, Rêber Apo bi malbata xwe, bi heyeta DEM re hevdîtin kir. Ev çend hevdîtin bi xwe bû sedem ku pêlek rabe, kelecan û hêvî nû bibe. Mîna ronahiya ji nava dîwarê derizî şewq dide, jiyan herikî.
 
EM HEVDÎTÎNÊN BI RÊBER APO RE TÊRKER NABÎNIN
 
Em êdî nema karin hevdîtinên Rêber Apo yên bi malbatê, parêzeran û siyasetmedaran têrker bibînin. Ev hevdîtin bi xwe jî bi şertê destûrê têne kirin. Statuya dîlgirtinê hîn jî dewam dike. Hewldana amûrkirinê ev e. Di aqlê desthilatdariya heyî de tenê tiştek heye; dikare her tiştî bike amûrek. Her tiştî dikare bike amûrek ku operasyonê li ser bike. Em qala sîstemeke siyasî dikin ku nirxan hemûyan ser û bin dike. Ev rastî hewl dide bi vî rengî nêzî Rêber Apo jî bibe. Lê belê ev bi ser nakeve.
 
Weke ku dixwazin têgihiştineke bi vî rengî biafirînin. Dixwazin atmosfereke ku dibêje ‘Dema me xwest em ê bidin axaftin, dema xwest, em ê bêdeng bikin’ biafirînin. Ev yek lîstika şerê taybet e. Dubare dikim, mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo oye. Ev yek jî bi fikrê danûstandinê nekir. Ji xwe Rêberê me bazirganek nîne. Kesayetiyeke bazirganiyê nîne; Rêberekî dîrokî ye. Bi zext û ferzkirinê, yan jî bi xapandin û bikaranînê nikarin nêzî Rêber Apo bibin, ji xwe nikarin vê bikin.
 
Baş e, çima bi vî rengî dibe? Ji Rêber Apo hinekî ditirsin. Ji ber ku Rêber Apo amade ye. Ji bo civaka demokratîk amade ye, ji bo aştiyê amade ye, ji bo siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê serwer bibe amade ye.
 
ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
 
Kurdên ku li derveyî komarê hatin hiştin, lihevhatina wan a bi komarê re. Mebesta me ya ji entegrasyona demokratîk ev e. Entegrasyona demokratîk ne bi me re eleqedar e. Yanî mebesta me ji entegrasyona demokratîk ne ew e ku milîtanên bi çek bên tev li siyasetê bibe. Entegrasyona demokratîk ew e ku civaka Kurd xwedî li komarê derkeve û veguhere hêmanê esasî.
 
ASTENGKIRINA AXAFTINA BI KURDÎ
 
Lê belê di vê mijarê de hîn jî astengiyên cidî têne derxistin. Mînak, zimanê Dayika Nezahat nehat qebûlkirin. Gelo Komara Tirkiyeyê ya nû, komara demokratîk, Komara Tirkiyeyê ya demokratîk bi vî rengî dikare ava bibe? Bang li her kesî dikim ku di vê mijarê de bi cidî tevbigerin. Ev ne lîstika zarokan e; 50 hezar mirov mirin! Dikarim vê bibêjim. Heke ev pirsgirêk vê carê jî çareser nebe, wê bikeve demeke hîn nebaş, demeke hîn tund.
 
EM DIXWAZIN RÊBERÊ ME JI ÎMRALIYÊ DERKEVE
 
Rojhilata Navîn dikele. Mînak, heke dewleta Tirk dibêje, ‘rêyeke wan a din nîne, Kurd mehkûmî me ne’ hingî xwe dixapîne. Rewşeke bi vî rengî nîne. Texmîn dikim ku bi vî rengî nafikirin, herhal ewqasî jî kor nîne. Niha li Sûriyeyê li ser hin avaniyên etnîkî komkujî tê ferzkirin. Kurd ne ji wan avaniyan e. Piraniya nifûsa xwe, serweriya li cografya lê ne, nasnameya xwe ya dîrokî... Yanî bang dikim ku hinekî din rasteqîn bin. Yanî nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li hemberî Rêber Apo, şidandin û sistkirina tecrîda li ser Rêber Apo... Divê lîstikên bi vî rengî êdî bi dawî bibin. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Em sîstema qirkirinê ya Îmraliyê qebûl nakin. Em dixwazin Rêberê me ji Îmraliyê derkeve. Em li hemberî sîstema Îmraliyê bi hêrs in, jê nefretê dikin.”
 
‘HEWCEYE BAHÇELÎ XWEDÎ LI BANGA XWE DERKEVE’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Hêlîn Umît diyar kir ku polîtîkayên li hemberî Abdullah Ocalan têne meşandin, ji ber tirsa bandora zêde ya Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê wesîleyê bang li derdorên pêwendîdar, desthilatdariyê, bi taybetî jî bang li MHP û Devlet Bahçelî dikim ku xwedî li banga xwe derkeve. Banga xwe çi bû? Got, ‘Bila Ocalan bê, li koma DEM Partiyê siyasetê bike’. Siyasetkirina Rêber Apo tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku heval hemû siyasetê bikin... Ji ber ku em hemû tevli Rêbertî bûne. Fikir, nêrîn û çalakiya Rêbertî ji bo me rê ye. Rêbertî rêya me ye. Ev bi vî rengî bê fêhmkirin wê baş bibe.
 
GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ 
 
Mijareke din jî polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê ye. Bûyerên li Sûriyeyê girîng in. Sûriye niha ew qad e ku polîtîkayên têkildarî herêmê lê diyar dibin. Hevsengiya herêmê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi Peymana Sykes-Picot re li ser Sûriyeyê ava bû bû. Ew hilweşiya. Yanî hewl tê dayin ku herêma Rojhilata Navîn careke din li ser Sûriyeyê bê avakirin. Çend sedemên vê yekê hene. Rêyên enerjiyê, têkiliyên stratejîk û hwd. Yanî ew der kirine qadeke şer. Û dem bi dem aram bibe jî li qadê têkoşîneke dijwar heye. Rêveberiya HTŞ’ê ya heyî, hikûmeta Colanî avaniyên etnîkî; Durzî, Elewî her kes bêdudilî qetil kir. Ev yek ên di medyayê de hatine weşandin e. Her wiha yên nehatine weşandin jî hene. Em bi wan nizanin.
 
RÊVEBERIYA COLANÎ REWABÛNEKE XWE NEMA YE
 
Di vê demê de gelên Sûriyeyê xwestin şensekî bidin hikûmeta Colanî, firsendek dan. Kurdan, Xiristiyanan, Asûran, gelan ev yek anîn ziman. Firsend jî bi rengê yekitiya neteweyî ya li Sûriyeyê pênase kirin. Niha dema qala HTŞ an jî rêveberiya Colanî, hikûmeta Sûriyeyê, hikûmeta demkî tê kirin, weke ku qala tiştekî gelekî rewa tê kirin tê fêhmkirin, lêbelê em qala tiştekî welê dikin ku rewabûneke xwe nema ye, bûye cihê lêpirsîn û nerazîbûnê. Lewma nikarim bi hêsanî bînim ziman. Ji bo pênasekirinê tiştekî din nabînim.
 
DIYARE E KU HIKÛMETA DEMKÎ BI AQLÊ TIRKIYEYÊ TEVDIGERE
 
Lê belê hikûmeta Colanî ev yek li ser bingeha avakirina yekitiyeke Ereb Sûnî, yekperestiyê nirxand. Yanî li ser avakirina serweriya faşîzmê dît. Di vê mijarê de têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê balkêş in. Diyar e bi aqlê Tirkiyeyê tevdigere. Hakan Fîdan ji xwe timî li wir e. Nîv bi nîvî dîplomasiya Sûriyeyê dimeşîne. Çawa ku Sefîrê Bilind ê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê di heman demê de Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê ye, mîsyona Hakan Fîdan jî bi heman rengî ye. Yanî ji bo herduyan dixebite. Ez bi vî rengî fêhm dikim.
 
YEKITIYA SÛRIYEYÊ NE BI DARÊ ZORÊ LÊ BI DEMOKRASIYÊ DIBE
 
Lewma diyar e ku Ahmed el Şara gelekî di bin bandora Hakan Fîdan de ye, lê guhdarî dike. Xuyaye bi vê yekê re wê dawî li xwe bîne. Ji ber ku rayedarên li Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Rojava jî gelek daxuyanî dan. Xercê bingehîn ê ku Sûriyeyê di nava yekitiyê de bihêle demokrasî ye. Yanî divê sîstemeke welê bê avakirin ku nasname, bawerî hemû bi hev re bijîn. Li gorî sosyolojiya xwe, li gorî rastiya xwe ya civakî divê yekitiyek bê avakirin. Ev yekitî jî bi zordariyê ava nabe.
 
FERZKIRINA TESLÎMIYETÊ YA LI SER QSD’Ê DÛRÎ AQIL E
 
Niha aqlê dewleta netewe ya Tirk, ya jî aqlê netewe yê dewletê... Hûn dikarin ji vê re aqlê Baasê jî bibêjin. Ji ber ber ku Baasî jî bi vî rengî bû. Rejîmên Baaasê li Iraqê, li Sûriyeyê dema ku serwer bûn hewl didan bi zordariyê yekitiyekê ava bikin. Diyar e ku Şara nekarî van saziyên rejîma Baasê ji holê rake. Ji ber ku li cihekî amade rûnişt.
 
Gefan li Kurdan dixwe. Weke tevger em li ber yekparebûna Sûriyeyê ranabin, lê belê kîjan Sûriye? Ya neteweperest, olperest, zayendîperest, ya ku jin lê têne binpêkirin, talankirin û kolekirin... Vaye li Efxanistanê jî (desthilatdariyeke) bi vî rengî heye. Li wir pacên odeyan jî li jinan hatine girtin. Yanî odeyên ku jin lê ne ronî jî nabin. Sîstemeke bi vî rengî heye ku jinê dike kole. Gel, jinên li Sûriyeyê bi azadiyê zanin. Hem jinên Kurd hem jinên Ereb hem jî Elewî. Lewma ev yek ne tiştekî bê qebûlkirin e. Yekitî û yekparebûna Sûriyeyê divê di çarçoveya van pîvanên demokratîk de be.
 
Ez gelekî girîng dibînim ku Kurd, Durzî, Elewî li hev kom dibin, têkiliyê datînin, xwedî li hev derdikevin, piştgiriyê didin. Ne tenê avaniyên etnîkî yên cuda, her wiha derdorên Ereb ên demokratîk, muxalîf, Erebên Sunî yên bindest, divê xwedî li wan jî derkevin, piştgiriya hev bikin. Bi vî rengî yekitiya Sûriyeya Demokratîk, dewleta Sûriyeya demokratîk dikare ava bibe.
 
Em dewletperest nînin. Min timî got, em dewletê her tim weke amûreke mêtingeriyê dibînin. Ji aliyê sosyolojiya civakî ve jî bi vî rengî ye. Lê belê heke wê bibe divê di vê çarçoveyê de be. Xuya ye civaka Durzî, civaka Kurd, civaka Elewî wê di vê yekê de israr bikin. Ji ber ku wekî din wê tune bibin.
 
Di rewşeke bi vî rengî de ferzkirina teslîmbûnê li ser HSD’ê dûrî ji aqil e. Bifikirin, her roj li mala cîranê we komkujî dibe, hûn ê jî rabin kêra li mala xwe, amûrên parastina xwe biavêjin çopê! Bi vî rengî nabe. Dor bi dor tê. Ji vê wêdetir, divê gel parastina xwe xurt bike. Divê civaka Durzî xweparastina xwe xurt bike. Yanî gel dikarin xwe biparêzin, dikarin hevdu biparêzin. Divê ji vê yekê bawer bikin.”
 
‘POLÎTÎKAYA TIRKIYÊ YA LI SÛRIYEYÊ DIBE CIHÊ BÊBAWERIYÊ’
 
Hêlîn Umîtê destnîşan kir ku divê polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Kurdan li ser Sûriyeyê bê nirxandin û ev tişt anî ziman: “Yê li hemberî me, dewleta Tirk vê yekê bi rengekî berevajî li dijî me bi vî rengî dike. Dibêje, em ê li Sûriyeyê bibînin bê Tevgera Azadiyê ya Kurd çiqasî samîmî ye. HSD wê entegre bibe yan na. Yanî zexeliyê dike. Dixwaze bi kevirekî li du çivîkan bixe. Çareseriya Tirkiyeyê çareseriyeke Sûriyeyê nîne. Sosyolojiya Sûriyeyê cuda ye. Bûyerên diqewimin cuda ne. Xwedî dînamîkên cuda ne. Bi ya li Iraqê, ya li Îranê re weke hev nîne. Cudahiyên xwe hene. Ji aliyê etnîkî ve, rastiya Kurd ve weke hev e lê belê desthilatdariyên ku ew lê rast tên heman tişt nîne. Pirsgirêkên rojane lê rast tên cuda ne. Lewma hewl didin bi vî rengî qurnaziyê bikin. Lê belê bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê bibêjim; polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Kurdan li Sûriyeyê dimeşîne bêbaweriya ji xwe kûr dike. Înkar, teslîmiyeta asîmîlasyonê bi rengekî aşkera ferz dikin.
 
Dixwazim vê jî bibêjim. Bila kes nebêje mecbûrî me ye. Di nava gel de gotinek heye, dibêje ‘Xwedê deriyekî bigire, deriyekî din vedike’. Ev gotin li Rojhilata Navîn gelekî tê gotin.
 
Belê ji aliyê rastiya xwe ya dîrokî ve em dixwazin xwişk-biratiya Kurd û Tirkan nû bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek parçeyek ji sosyolojiya me ya dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku bi vî rengî li vê cografyayê hebûna me pêk hatiye. Lê belê ev yek çarenûsek nîne. Ti kes vê yekê weke qederekê ferz nake. Tiştekî welê ye ku bi rengekî têgihiştî dikare bê avakirin. Di dîrokê de jî bi zanebûn hatiye avakirin. Dema ku Kurdan bi Tirkan re tifaq kirin, yan jî dema ku Tirkan bi Kurdan re tifaq kirin ev yek bi navê qeder an jî çarenûsê nekirin, bi zanebûn û têgihiştî kirin. Li ser pêwîstiyê û rastiyekê kirin. Niha dîroka careke din bang li me dike. Divê her kes bi vê yekê zanibe.”
 
 

Sernavên din

15:29 Li Stenbolê hevdîtina jinan tê lidarxistin ZINDÎ
14:53 Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
14:39 Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
14:22 Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin HATE NÛKIRIN
14:18 Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
13:37 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê dê tev li ‘Hêza Parêzvanên Niştîmanî’ bibe
13:31 Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin
13:28 Dê IAEA cardin li Îranê çavdêriyê bike
13:26 Konservatuara Aram Tîgran a ku qeyûm girtibû ji nû ve tê vekirin
12:19 Trump dê bi rojeva ‘Xezeyê’ civînê li dar bixe
12:17 Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
12:09 Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
11:58 Îsraîl: Payebilindekî Hamasê hate kuştin
11:22 Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
10:56 Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
10:43 Ji bo benzînê zem hate kirin
09:57 Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
09:52 Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
09:41 Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
09:26 Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
09:10 Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
09:09 Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
09:06 Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
09:05 Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2025’AN
26/08/2025
21:59 Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
16:31 Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
16:29 Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
16:17 Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
15:41 ‘Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin’
15:32 Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
15:15 Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
14:52 Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
14:33 ‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
14:22 Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
14:16 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 75 kes hatin qetilkirin
13:49 Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
13:32 Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
13:27 Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
13:19 Erdogan: Yên dixwazin pêvajoyê sabote bikin çi bikin jî dê nekarin bi ser kevin
13:11 HRW: Dibe ku xebatkarên DYA’yê ji sûcên şer ên li Xezeyê bên darizandin
12:37 ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
10:30 Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
09:34 Parêzerê Nelson Mandela: Daxuyaniyên Ocalan ji bo her kesî hêviya aştî û edaletê didin
09:32 Meral Daniş Beştaş: Li gorî fikra min dê komîsyon biçe Îmraliyê
09:28 Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
09:27 Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
09:06 Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
09:06 'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
09:02 Kabayel: Pêvajoya heyî ji bo Elewiyan dîrokî ye
09:02 Girtiyê lixwekirina şimikê red kir sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2025’AN
08:55 Ji 7’ê Cotmehê heta niha li Xezeyê 246 rojnamevan hatine qetilkirin
08:44 Şandeya DYA’yê bi Ebdî û Şara re hevdîtin kir
25/08/2025
16:29 Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:12 Li Rihayê banga ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’
15:56 Tecrîd didome, gel li benda avêtina gavan e: Erdogan dibêje 'sebir bikin'
15:13 Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe
15:06 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd: Divê em jenosîda li dijî Kurdan bi cîhanê bidin nasandin
14:52 Ji bo Nanaxanim Babazade ya li Navenda Paşveşandinê çalakî hate lidarxistin
14:40 Bernameya civînên nû yên komîsyonê diyar bû
13:59 Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
13:36 Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
13:22 Li Wanê qeza çêbû: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
12:35 Şandeya DEM Partiyê vê hefteyê dê biçe Îmraliyê
12:01 Temellî: Bêyî hevdîtina bi Ocalan re komîsyon nikare pêş bikeve
11:55 Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan
11:41 Li Bursayê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
11:40 Şewata li Bedlîsê hate vemirandin
11:16 Li Xezeyê 2 jê zarok 11 kesan ji birçînan jiyana xwe ji dest dan
11:15 Hevdîtinên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê dê li Cinevê bên kirin
10:51 Civaka Elewî hemwelatiya wekhev dixwaze
09:55 Li dijî xutbeya Diyanetê bertek: Divê jin bi awayeke xurt têbikoşin
09:36 '7 şibakeyên tecrîdê' bi 3 zimanan hat wergerkirin
09:29 Xwebûn bi manşeta ‘Ziman xeta sor e’ derket
09:28 Mafên girtiyan ên sihbet, pirtûk û werzîşê tên astengkirin
09:19 Sekreterê Partiya Sor: Divê Ocalan di şert û mercên azad de biaxive
09:00 Alîgirên Amedsporê li dijî cezayan bi tîma xwe re ne
09:00 ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2025’AN
24/08/2025
17:23 Mihrîcana baweriyê ya li Gimgimê bi dawî bû
17:15 ‘Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne: Divê bêdudilî piştgiriyê bidin aştiyê’
17:12 Bakirhan: Dengbêjan bîra gelê Kurd parastin
15:50 NADA’yê ji bo Newala Xesfeyê banga lêpirsîna navneteweyî kir
15:49 DYA’yê biryar da ku hêzên xwe ji Iraqê derbixe
14:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bike
13:42 Ji sê girtiyên li Îranê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn agahî nayên girtin
12:58 Şewata li Licê hate vemirandin
12:57 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê hewl dide siyaseta înkarê rewa bike
11:36 MSD: Komxebata şêwirê hate taloqkirin
11:35 Li Mêrsînê mînîbusa xwendekaran li TIR’ê xist: 2 kes mirin
11:22 Jinan ji bo destûra bingehîn a nû bang kir: Werin em gotina xwe bikin yek
11:22 Zarokê 14 salî bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da
11:20 Hunermendên Elewî ji pêvajoyê bihêvî ne
10:07 Kovara Jinê bi manşeta ‘Têkoşîna heqîqetê ya rojnamegerên jin’ derket
10:00 30 sal in li Licikê bêrîvaniyê dike. Jeotermal dê xwezaya me tune bike
09:59 Ji ber lêgerîna petrolê ya li Gabarê zêdetirî 3 hezar kes bêav hatine hiştin
09:23 Serokê ÎHD’a Yilmaz: Divê li Ocalan guhdarî bikin
09:00 Karkerên qeyûm ji kar derxistî 25 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2025’AN
07:30 Li Mereşê bi pileya 4.0 erdhej çêbû