COLEMÊRG – DEM Partiyê, bertek nîşanî qutkirina avê ya li Colemêrgê da û diyar kir ku rexmê çavkaniyên avê yên bajêr zêde ne bi qeyrana avê re rû bi rû ne.
Bi rojan li bajarê Colemêrgê av hatiye qutkriin û li dijî vê protesto hate kirin. Di daxuyaniya ku ji Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Colemêrgê li navenda bajêr hate lidarxistin de rêvebirê Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr Nurettîn Korkmaz axivî.
Korkmaz diyar kir ku qeyrana avê ya li bajêr bi rojan e jiyan daye rawestandin û ev tiş got: “Av mafê mirov ê bingehîn e û astengiya wê nayê qebûlkirin. Bajarê me yê ku bi hişmendiya qeyûm hate rêvebirin ji dêleva çareseriyê pirsgirêk hate ferzkirin. Wek tê zanîn hişmendiya qeyûm ne çareserî ye baçaretî ye. Colemêrg bajarê bi çiyayê bilind û bi çavkaniyên ava berfê ye. Çavkaniyê bajarê me ne tenê ji bo bajarê me têrî 2-3 bajaran dike. Rexmê vê yekê em bi Colemêrgek bêav re rû bir û ne. Ji ber qutkirina avê welatî bi roja ne bê av in û şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de hewl dike ku bi tankêran ve qeyrana avê çareser bike.”
TENDURISTIYA GEL DI XETERÊ DE YE
Korkmaz, bal kişand ku ava ji şebekeye tê ne paqij e û ev tişt got: “Welatiyên ku ava şebekeye vedixin û nexweş dikevin bijîşk ji wan re dibêje ‘ava şebekeye venexwin ava hazir vexwin”. Ev rewş raste rast jiyana welatiyan dixe xeterê. Qeyrana ku îro em dijîn encamam polîtîkayên qeyûm nîşan dide.”
QEYÛM PROJE BETAL KIR
Korkmazi diyar kir ku dema şaredarî di bin rêveberilya partiya wan de bû ji bo avê proje çêkirine lêbelê di 2016’an de ji aliyê qeyûm ve hatiye betalkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger proje temam ba dê 24 saet ava bajar hebûya. Mixabin berî ku proje xilas bibe di 2016’an de qeyûm avêtin ser şaredariyê û projeya me hate betalkirin. Îro bi milyonan pere di bin navê konsertan de tê xerxkirin lê gelê me bê av e. Ev jî nîşan dide ku ev hişmendî ji çi re xizmetê dike. Ji bo çareseriyeke mayînde ez bangî rayedaran dikim ku bila erka xwe bi cih bînin."