NAVENDA NÛÇEYAN - Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistana Federe ragihand ku piştî lêkolînan kesên gule li rojnamevan Hêmin Mamend reşandin hatine girtin.
Di 2’yê Îlonê de rojnamevan û çalakvan Hêmin Mamend li Taxa Eqarî ya Silêmanî ji aliyê du kesên li ser matorê siwarkirî ku xelkê Hewlêr-Binislawa yên bi navên Ş.R.M.S û S.E.R.M ve hat gulebarankirin. Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistana Federe ragihand ku piştî lêkolînan kesên gule li rojnamevan Hêmin Mamend reşandin hatine girtin.
Dezgehê ragihand ku piştî lêkolînên baş li gorî madeya 31/406 ya destûra cezayê Iraqê biryara girtina êrişkaran hatiye dayîn. Dezgehê anî ziman ku sûcdar hatine girtin û du jî reviyane û berê xwe dane Hewlêrê.
Dezgehê eşkere kir ku ev yek di encama planekê de hetiye kirin û armanca wê qetilkirina rojnamevan Hêmin Mamend bûye.
Dezgehê ragihand ku wê pêşerojê encam û hûrguliyên mijarê bi raya giştî re parve bike.