NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Husiyên li Yemenê de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Îsraîlê di roja çarşemê de bi balafirên şer êrişî paytexta Yemenê Sanayê ku di bin kontrola Husiyan de ye û herêma El-Cevfê kir. Husiyan ragihand ku di êrişê de 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û 131 kes jî birîndar bûne. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Husiyan Anees Alasbahi, diyar kir ku dibe bîlanço girantir bibe.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di êrişan de kampên Husiyan, avahiya navenda çapemeniyê û depoya sotemeniyê ya Husiyan hedef girtine.