WAN - Xwendekar Rojîn Kabaîş li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û daxwaza xelkê bajar ew e ku bûyer ji her alî ve bê ronîkirin. Welatiyan, diyar kirin ku ew ji îdiaya întîharê bawer nakin û gotin: “Ma dê hêj çend kes bimirin?”
Xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş (21), 11 meh berê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona 2024’an de ji wargeha xwendekaran a lê dima derket û cenazeyê wê di 15’ê Cotmehê de li qeraxê gundê Molla Kasimê yê Wanê hate dîtin. Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de heta niha jî tu pêşketin çênebûne. Hewldanên malbat, parastvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê yên ji bo ronîkirina bûyerê didomin.
'ÎNTÎHAR NÎNE, CÎNAYET E’
Me jî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê ji xelkê Wanê pirsî. Sema Nûr Gulce, diyar kir ku divê bûyer were ronîkirin û got: “Ez êdî xwe di ewlehiyê de nabînim. Gelek jin vê hestê dijîn û di ewlehiyê de nînin. Jin, zarok, zilam her kes dikare ji nişka ve bimire. Hema hema li her bajarekî gelek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest didin an jî tên qetilkirin. Hêj jî tu tevdîr nehatine girtin. Li ber serê me Rojîn Kabaîş qetil kirin. Ev ne întîhar e, cînayeteke tê veşartin e. Di vê mijarê de êdî divê tiştek were kirin.”
‘MA DÊ HÊJ ÇEND KES BIMIRIN?’
Bi domdarî Sema Nûr Gulceyê destnîşan kir ku hewceye tevahiya civakê li dijî qetilkirina jinan û tundiyê dengê xwe bike û got: “Li cihekî kesek xwe di ewlehiyê de nabîne çima her kes bêdeng e? Em êdî nikarin li derve bigerin. Dema diçin dibistanê ditirsin. Rojîn Kabaîşê întîhar nekir, nexeniqî. Kujerên wê di nav me de digerin. Ji bo komkujiyên jinan bisekinin ma divê hêj çend kes ji me bimirin? Em ê her tim bi malbata Rojînê re bin. Em ê doza wê bişopînin.”
'DIVÊ CEZAYÊN GIRAN HEBIN’
Fatma Denîzê jî got ku Rojîn Kabaîş hatiye qetilkirin û wiha domand: “Divê êdî dosyaya Rojînê biencam bibe. Divê jin êdî neyên kuştin. Divê komkujiyên li dijî jinan tavilê bên bidawîkirin. Em dixwazin têkildarî mirina Rojînê tiştekî zelal were gotin. Ewlehiya me tune ye û her roj li Tirkiyeyê em mirinên jinan çavên xwe li rojê vedikin. An ji hêla hevjînê xwe ve yan jî li kolanê ji hêla hevalên xwe ve tên qetilkirin. Zarokên 15 salî yên tên qetilkirin hene. Divê jin bi qanûnan bên parastin. Divê cezayên giran bên dayin. Hewceye kujer di nav me de bi rehetî nekarin bigerin. Em di ewlehiyê de nînin. Bila êdî ceza bi hinceta ‘başhaliyê’ neyê daxistin. Bila kujer li gorî kraveta xistin stûyê xwe neyên darizandin.”
'EM NE MIRINÊ JIYANÊ DIXWAZIN’
Havîn Eserê jî xwest bûyer were ronîkirin û ev tişt anî ziman: “Her kî berpirsyarê mirina Rojînê be, divê tavilê were girtin û darizandin. Em naxwazin bimirin, dixwazin bijî. Em êdî xwe di ewlehiyê de nabînin. Bila doza Rojînê biencam bibe. Rojîn ji bo xwendinê hatibû. Dibe ku ez jî sibe du sibe ji bo xwendinê biçim cihekî din. Ma dema ez hatim kuştinê dê bêdeng bimînin? Bila kesek bêdeng nemîne, ez jî dê bêdeng nemînim. Bila ev jî mîna mirinên din neyê jibîrkirin. Bila faîl bên cezakirin. Em jin dixwazin bijîn.”
Yonca Îşlerê jî anî ziman ku jineke ciwan a gelek xeyalên wê hebûn hate qetilkirin û wiha pê de çû: “Çima ewqas jin û zarok tên qetilkirin? Çima dema li kolanê digerim li pişt xwe dinihêrim? Em, temînatê dixwazin. Her roj em bi mirinên nû hişyar dibin.”
'HER KU FAÎL TÊN PARASTIN KUŞTIN JÎ DIDOMIN’
Abdullah Karadogan jî bi lêv kir ku ew li dijî tundî û komkujiyên li dijî jinan e û wiha axivî: “Li dijî jinan qirkirin û tundiyeke mezin heye. Rojîn Kabaîş, bi xeyala xwendinê hat. Mirina Rojînê, cînayet e. Êdî bila ev doz biencam bibe. Bila maf û hiqûqê cîbicî bikin û faîl neyên parastin. Heta ku ev faîl bên parastin dê kuştin jî bidomin. Em ji canê xwe jî ditirsin. Belkî kujer niha di nav me de be. Wekî di her cînayetên jinan de em di dosyaya Rojînê de jî bi malbatê re ne. Em ê dozê bişopînin.”
'DIVÊ TARÎTÎ WERE RONÎKIRIN’
Muhsîn Han jî got: “Heke jinek nekare bi tena serê xwe biçe qeraxê û bigere, ev pirsgirêkeke mezin e. Li gorî min ev bûyer, bûyereke cînayetê ye û divê faîl bên darizandin. Êdî bila rayedar vê tarîtiyê ronî bikin.”
Alaattîn Koca jî daxuyand ku mirina biguman a Rojîn Kabaîşê eleqeya xwe bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê heye û got: “Em dixwazin mirina Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin. Sedema neronîkirina bûyerê, ‘qanûnên neteweyî’ ye. Di vê mijarê de bila her kes dengê xwe derxîne. Ji bo ronîkirina mirina Rojînê divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Bi sala ye li dijî Kurdan polîtîkaya bişaftin û înkarê heye. Zilm heye, tunehesibandin heye. Yek ji van jî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî jina ye.”
MA / Ozlem Yacan