NAVENDA NÛÇEYAN - Muzîkjenê navdar ê Alman û aktîvîst Konstantin Wecker, dîmenek parve kir û xwest qedexeya li ser PKK’ê ya li Almanyayê were rakirin û got: “Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe.”
Muzîkjenê Alman Konstantin Wecker ku bi nasnameya xwe ya anarşîst û antîfaşîst tê naskirin, peyamek bi dîmen weşand û diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêvajoya aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatiye destpêkirin.
Wecker, got: “Weke hunermend û dijberekî şer ez ji dil piştgiriyê didim înîsiyatîfa Abdullah Ocalan û tevgera Kurd ku ji bo aştiyeke adilane ya li Tirkiyeyê dane destpêkirin. Dem dema pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ya berfireh e. Ev pêvajo wê ji bo mirovên li Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke hîn baş bi xwe re bîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi wekheviya navbera civakan, piştevanî û edaletê heye. Divê em bi hev re bixebitin.”
Wecker, destnîşan kir ku pêwîstiya cîhanê bi aştiyeke bi lez heye û anî ziman ku şer, zilm, nijadperestî, serweriya mêr û talankirina xwezayê tenê bi aştiyê dikare bi dawî bibe.
‘WERIN EM CAREKE DIN HÊVIYÊ BIAFIRÎNIN’
Hunermend Wecker bal kişand ser “Manîfstoya li dijî şer” ku li gel xelatgira Nobelê ya wêjeyê nivîskar Elfriede Jelinek nivîsî û bi bîr xist ku wan ev metn ji bo piştgiriya bi Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 1'ê Îlona 2023'yan nivîsî û ev bang kir: “Werin em careke din hêviyê biafirînin û xwe ji şerên emperyal hemûyan vekişînin."
DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN KIR
Konstantin Wecker diyar kir ku ji bo çareseriyeke aştiyane û adil a gelê Kurd divê Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û qedexeya li ser PKK'ê ya li Almanyayê bê rakirin. Wecker: “Hêvî jiyanê diafirîne, piştevanî sînoran nas nake” û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.
Wecker, got ku Rojava ji bo Rojhilata Navîn dikare bibe civaka mînak a demokrasî û aştiyê.