AMED- DTÎOSB'ê civîna yekemîn a giştî ya asayî li dar xist. Sezaî Ayas wekî serok hat hilbijartin. Di civînê giştî ya asayî de ji bo pêşxistina îstihdamê îşaret bi girîngiya tevkariyê hat kirin.
Herêma Pîşesaziya Organîze ya Tekstîlê ya Amedê (DTÎOSB), civîna xwe ya yekemîn a Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Civîn li avahiya kreşê hat lidarxistin. Ji qada siyasetê û karsaziyê gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civîna lijneya giştî de ku Sezaî Ayas wekî Serokê Lijneya Rêveber a DTÎOSB'ê hat hilbijartin.
Di civîna lisjneya giştî ya asayî de ji bo pêşxistina îstihdamê îşaret bi girîngiya tevkariyê hat kirin.
Paşê dengdan pêk hat. Di dengdanê de Sezaî Ayas, Velî Îpek, Taha Ülgen, Eşref Tûrmak, Vehbî Alsaç, Mûrat Karaer, Ahmet Alkan, Mesût Orûç û Veysî Yazkent wekî rêveber hatin hilbijartin.