STENBOL - Meryem Ozsogut a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, bal kişand ser rewşa girtiyên li dijî girtîgehên bi “tîpa bîrê” dest bi greva birçîbûnê kirin û banga hestiyariyê kir.
Meryem Ozsogut a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê tê ragirtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand. Meryem Ozsogutê, ji bo girtîgehên tîpa S û bi ewlekariya bilind pênaseya “girtîgehên tîpa bîrê” kir. Meryem Ozsogutê, bal kişand ser rewşa girtiyên li dijî binpêkirinên li van girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê kirin û banga piştevaniyê kir.
Di nameya xwe de Meryem Ozsogutê da zanîn ku girtiyê bi navê Serkan Onûr Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin 317 roj in di çalakiya rojiya mirinê de ye û bi bîr xist ku Huseyîn Ozen, Umît Çobanoglû, Gurkan Turkoglû, Tahsîn Sagaltici, Firat Kaya, Ayberk Demîrdogen, Mûrat Canim, Seval Araci, Fîkret Akar, Alî Araci, û Alî Dîlmen ên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî zêdetirî 200 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
'HEWŞA GIRTÎGEHAN TUNE YE’
Di berdewamê de Meryem Ozsogutê rewşa li girtîgehên bi ewlekariya bilind vegot û wiha domand: “Yên nehatine girtin nizanin, hewşa girtîgehê ji bo girtiyan pir girîng e. Tenê li vir dikarî hinek bimeşî, sporê bikî, serê xwe bilind bikî û hindik jî be asîman bibînî, cilên xwe lê ziwa dikî, çopê xwe didanî wê derê û tekane cihê ku govendê lê digerînî. Li girtîgehên bi tîpa bîrê girtî rojê tenê 1-2 saetan dikarin derkevin hewşê. Girtîgeh du qat in lê girtîgehên bi tîpa bîrê 3 qat in. Girtiyên ku li hewşê li asîman dinihêrin, dibêjin qey di binê bîrekê de ne.”
‘GIRTÎ ASÎMAN NABÎNIN’
Meryem Ozsogutê, da zanîn ku mercên nebaş ê li girtîgehên bi “tîpa bîrê” ne tenê bi vê bisînor in û wiha got: “Girtî bêyî ku rûyê gardiyanan bibînin, ji dîafona di hucreyan de diaxivin. Dema ji bo hevdîtin, revîr û hwd. ji hucreyê derdikevin, derî bi awayekî otomatîk vedibe. Li korîdoran gardiyan tune ne, girtiyan bi rêya hoparlorên di korîdoran de tên arastekirin. Mînak; ‘milê rastê bizivire, li milê çepê bizivire, di derenceyan de bimeşe û hwd.’ Rûyê mirovan tune ye, dengê mirovan tune ye! Bi kurt û kurmancî, li girtîgehên bi tîpa bîrê; ro tune ye, hewa tune ye, hereket tune ye, deng tune ye, mirov tune ye. Hallaç-i Mansur dibêje ‘Dojeha rasteqîn ne cihê tu êşê lê dikişînî ye, ew cih e yê ku kesek nizane tu êşê dikişînî.’ Her kesên li dijî van girtîgehên bi tîpa bîrê bêdeng dibin, agirê vê dojehê hinek gurtir dikin.”