SEMSÛR - Cenazeyê endamê HPG'ê Alî Kemal Arslan ê ku 6 sal berê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê ku lê ji dayik bû hat definkirin.
Cenazeyê endamê HPG'ê Alî Kemal Arslan (Roşer Tolhildan) ê ku di 19'ê Îlona 2019'an de jiyana xwe ji dest da û li goristana bêkesan a Meletiyê hatibû definkirin ji hêla malbatê ve hat wergirtin. Cenazeyê Arslan ê ku malbatê ew anî Semsûrê, li ber deriyê Goristana Karapinarê bi pêşengiya MEBYA-DER'ê ji aliyê malbat, xizmên Arslan û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ve hat pêşwazîkirin. Girseyê darbesta Arslan li ser milê xwe kir û bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” heta gorê meşiya. Cenazeyê Arslan bi duayan hat definkirin.
Piştî deqîqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê MEBYA-DER'ê yê Rihayê Erhan Akyilmaz li ser gora Arslan axivî û got: “Heval Roşer jiyan û xatirxwestina xwe veguherand meşek bi rûmet. Şehadeta wî ne dawî ye, wekî pêşerojek azad pêşkêşî gel kir. Şehîd namirin.” Piştre Dayika Aştiyê Adalet Çay axivî û kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, “Em destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikin. Bila ev şer û rijandina xwînê bi dawî bibe. Bila gav bê avêtin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Mehmet Bayir diyar kir ku Arslan ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiya û got: “Em soz didin ku heta ev welat azad bibe em ê têbikoşin.”
Parlamenterê DEM Partitê Ferît Şenyaşar jî îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Barekî giran li ser milê gelê kurd e. Divê em xwedî li vê têkoşînê derkevin. Tevî hemû êşan jî, em ji aştiyek birûmet re amade ne.”
Şîna Arslan wê li mala sersaxiyê ya li kêleka Nexweşxaneya Dewletê 82'incî Yilê bê danîn.