* Piştî hejmara zincîremarket zêde bûn, gelek esnafên biçûk bi tunebûnê re rû bi rû man. Esnafan ragihand ku êdî hatine asta ku nikarin debara xwe bikin û gotin ku dixebitin lê nikarin deynê xwe jî bidin.
* Akademîsyena Aştiyê Zeliha Burcu Acarê got: "Divê dewlet bi reformên demokratîk û destûra bingehîn bersiva vê pêvajoyê bide. Divê ne bi gotinên 'bidawîanîna terorê', lê bi qanûnên entegrasyona demokratîk pêş ve biçe."
* Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîkê got: "Ji bo mayîndebûn û berdewamiya pêvajoyê pêdivî bi parastina pêvakoyê heye. Ev parastin dikarin bi rêya mosgerkirinên hiqûqî bên pêkanîn."
* Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê dê pênc bajarên ku wan wekî herêmên pîlot hilbijartine wekî "Bajarên Jinan" îlan bike. Midûra Jinan a GABB'ê Necla Gursoyê got: "Divê em bibînin ku bajar bi hiş û îradeya jinan ji nû ve tên sêwirandin."
* Li Wanê ku her kolanek bi kamerayên mobeseyan tê şopandin û bi dehan nuqteyên lêgerînê lê hene, di pênc salên dawî de 14 ton û 925 kîlogram tiryak hatiye desteserkirin. Her çend tê gotin ku tiryak bi rêya Îranê bi qaçaxî derbasî bajêr dibe jî, daneyên heyî nîşan didin ku hejmara bikarhênerên tiryakê roj bi roj zêde dibin.
* Rojnamevan Gîvara Şêx Nûr destnîşan kir ku hikûmeta Şamê israr dike ku der barê pêvajoya entegrasyonê de gavan neavêje û got: "Rojhilata Navîn dê êdî biguhere. Yên ku nikaribin xwe nû bikin, mîna Esed dê neçar bimînin birevin."
* Di nava du salên dawî de li Wanê 28 jin bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest dan. Felek Babur a TJA’yî diyar kir ku ev mirinên biguman ji ber polîtîkayên bêcezakirinê ne û got: “Li pişt her mirineke biguman malbat û mêr hene.”
* Dê rewşa rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî bê şopandin.
* Danişîna doza Hazalal Delal Gencer a ku li Polatli ya Enqereyê bi êrişên faşîst hatibû qetilkirin û hevjînê wê Vedat Gencer birîndar bûbû, dê li Dadgeha Cezayê Giran a Polatli bê lidarxistin. (11.00)
* Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, dê tekildarî geşedanan û rojeva MYK’ê li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDÎ
* Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê, dê têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê li ber Dîwarê Mor daxuyaniyê bidin. (12.30)
