COLEMÊRG - Bi ser êrişa bombeyî ya li dijî Pirtûkxaneya Ûmûtê ku dewletê bi xwe kiribû re 20 sal derbas bûn. Xwediyê Pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz, got: “Di vê pêvajoyê de gava ewil a dewlet biavêje ew e ku bi sûcên kiriye re hevrû bibe.”
Di 9’ê mijdara sala 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Umutê ya li Şemzînan a Colemêrgê bi bombeyan êriş hate kirin. Bi ser bombekirinê re 20 sal derbas bûn. Di êrişê de dewlet dema sûc dikir hate girtin lêbelê li gel ku faîl hatin girtin jî doz bi necezakirinê biencam bû. Ji bersûcan berbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ku Serfermandarê Giştî yê Artêşê yê demê Yaşar Buyukanit ji bo wan digot “ez wan nas dikim, zarokên baş in” di danişîna 20’ê Kanûna 2021’ê de beraet kirin. Ev biryar, di 28’ê Sibata 2023’yan de ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Serlêdana ji bo AYM’ê hatiye kirin jî ev 3 sal in hêj tu encamek jê derneketiye.
Xwediyê Pirtûkxaneya Ûmûtê Seferî Yilmaz, diyar kir ku yek ji mijara herî girîng a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hevrûbûn e û got: “Ji bo pêşketina pêvajoyê, hewceye dozên wiha girîng bi heqîqetê encam bibin û heqîqet derkeve holê.”
‘ZAROKÊN BAŞ’ HATIN BERAETKIRIN
Yilmaz, diyar kir ku Doza Pirtûkxaneya Ûmûtê di dîroka Tirkiyeyê de dozeke girîng e û got: “Pirtûkxane, di 9’ê Mijdara 2005’an de hate bombekirin. Ev çeteye, bi alîkariya gel li ser sûc hate girtin. Me dizanî daraz ne serbixwe ye lê serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan digot dê faîlan bigire. Lê dema vegeriyayîn Enqereyê, em ji bîr kir. Pêvajoyeke dirêj a darizandinê çêbû. Zext li dadgehan hate kirin. Beravêtiyên JÎTEM’ê zext li dadgehan kirin, dosya manîpule kirin û dadgeh guherandin. Çiqas delîl hebin, hewl dan tevekan tune bikin lêbelê ji ber zexta raya giştî nekarîn. Di encama dozê de, piştî AKP û Ergenekonê li hev kirin, tevî ewqas delîlan jî bi hinceta delîl kêm in biryara beraetê ji bo bersûcan dan. Dosya niha li AYM’ê ye. Tu hukmê vê biryarê ji bo gel nîne.”
‘SÛCÊN LI DIJÎ KURDAN NEHATIN CEZAKIRIN’
Di berdewamê de Yilmaz anî ziman ku tiştên JÎTEM’ê kirine yan bi hinceta demborînê yan jî bi hincetên cuda bi beraetê biencam dibin û got: “Ev sûc, li ser navê dewletê hatin kirin. Dewlet neçar e wan biparêze lewma yekser mudaxile kir. Ji bo dozên Hîzbûllahê jî heman tişt kirin. Gotin ku dozgerê vê dosyayê endamê FETO’yê ye û ji bo faîlan biryara beraetê dan. Heke ev dozger ji FETO’yê hatibe darizandin, wê demê ma nevê biryarên di doza KCK’ê de jî dayî bên betalkirin? Ev yek nîşan dide ku tu kes li hemberî hiqûqê wekhev nîne. Kesên li ser navê dewletê sûc kirin her tim li ser karê xwe ne û ji sûcên xwe yên li dijî Kurdan nayên darizandin.”
‘DIVÊ DEWLET SÛCÊ XWE QEBÛL BIKE’
Yilmaz, got ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji hêla dewletê ve ji bo civakeke demokratîk firsendeke û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet mecbûr e bi kiriyarên xwe hevrû bibe. Bi ser re 20 sal derbas bûn û 20 salên din jî derbas bibin dê her tim di rojevê de be. Divê faîlên vê dozê derxin holê û hevrûbûnek çêbibe. Di vê pêvajoyê de hewceye gava ewil a dewletê ew be ku bi cînayetên kiryarnediyar û sûcên xwe hevrû bibe. Heke dewlet sûcên xwe qebûl bike, wê demê de dê hevefûkirinek çêbibe. Lê ne dewlet ne jî îktîdar giraniya vê pêvajoyê fêm nakin. Heke ev pirsgirêka 50 sal in didome fêm kiribûna, ewqas giran nevedihêlandin. Ji bo ronîkirina van bûyerên tarî, divê Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan were avakirin û hevrûbûnek çêbibe. Ji bo pêşketina pêvajoyê, divê dozên girîng teqez bi heqîqetê encam bibin. Di vê dozê de her agahî li ber destê dewletê hene. Ji bo vê jî divê hevrû bibin.”
‘DIXWAZIN BIDIN JIBÎRKIRIN’
Yilmaz, herî dawî got: “Mesele ne çareserkirina pirsgirêkê ye, dixwazin bi gel bidin jibîrkirin. Di dozên bûyerên ku kiriyarên wê hatine girtin de di 6 mehan de biryar dihatin dayin. Ji ber ku sazî û kesên di nava dewletê de jî di vê bûyerê de cih digirtin, ewqas hate vehêlandin. Nexwe di dozeke belgeyên wê heyî de diviyabû pir zû biryar hatibûya dayin. Dê faîl bihatina darizandin û cezayê pêwîst lê hatibûya birîn.”
TÊKILDARÎ PÊVAJOYA DARAZÊ
Di 9'ê Mijdara 2005'an de li Şemzînana Colemêrgê Pirtûkfiroşa Ûmûtê hatibû bombekirin. Di vê bûyera ku 20 sal ser re derbas bûne de Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest dabû û Metîn Korkmaz jî birîndar bûbû. Piştî teqînê bi saya gel, berbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ku bombe avêtibûn pirtûkxaneyê, li ser sûc hatin girtin û teslîmî rayedaran hatibûn kirin. Her wiha di wesayîtên van kesan de çek, êlegên hicûmê, 3 lîsteyên ji navên 105 kesan pêk dihat, krokî, neşxe, qertên nasnameyan û kaxizên destûrê ya ji 300 rûpelan pêk dihat û di 4 klasoran de hatin dîtin. Her wiha belgeyeke ku wêneyên 18 namzetên delegeyê yên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) jî tê de hate dîtin.
Di 22’yê Mijdara 2005’ê de têkildarî êrişê lêpirsîn hate destpêkirin. Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş, di 28’ê Mijdarê de hatin girtin. Berbaz Kaya û Îldenîz, birin girtîgeha leşkerî. 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê, di 19’ê Hezîrana 2006’ê de ji bo Kaya û Îldenîz ji sûcê “kuştina mirovan, avakirina çeteyê û hewldan kuştina mirovan” 39 sal û 10 meh û 27 sal cezayê hefsê birî.
Daîreya Cezayan a 9’an a Dadgeha Bilind, li ser îtîraza parêzerên bersûcan, di 16’ê Gulana 2007’an de biryar “derusûlî” dît û ji hêla peywirê ve betal kir. Doz jinûve hate lidarxistin û di 14’ê Îlona 2007’an de dadgehê biryara “bêrayetiyê” da û dosya ji Dadgeha Leşkerî ya Wanê re şand. Di danişîna ewil a jinûvedarizandinê ya di 14’ê Kanûna 2007’an de biryara tehliyeyê hate dayin. Dadgeha leşkerî, di 22’yê Çileya 2010’ê de biryar da ku dosyaya dozê bişîna Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê.
Piştî îtîraza parêzêrên mudaxil, dosya ji Dadgeha Nakokiyê re hate şandin. Dadgehê, hinek xalên Destûra bingehîn ên hatine guherandin berçav girt û di 2’yê Gulana 2011’ê de dosya ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê re şand. Bersûc, di 9’ê Hezîrana 2011’ê de dîsa hatin girtin. Di danişîna dozê ya di 10’ê Çileya 2012’an de jî ji ber sûcên “kuştina mirovan”, “avakirina rêxistinê” û “hewldana kuştina mirovan”, 39 sal û 5 meh û 10 roj cezayê li her sê faîlan hate birîn.
Parêzerên bersûcan, piştî îtîrafên Dozgerê Komarê yê Wanê Ferhat Sarikaya yên piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an, ji bo jinûvedarizandinê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dan. Dadgeha ku ev serlêdan qebûl kir, di 11’ê Cotmeha 2017’an de ji bo bersûcan biryara tehliyeyê da.
Di danişîna dawî ya li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê de her sê bersûcan jî ji sûcê “avakirina rêxistinê” beraet kir. Her wiha dadgehê biryar da ku darizandina ji sûcê “kuştin an jî birîndarkirina mirovan” bidome lê dîsa jî ji bo her sê bersûcan biryara tehliyeyê da. Di darizandinê de ji bo bersûcan têkildar3ı madeyên behsa xeberê jî biryara beraetê hate dayin. Tevî ku sûcdar li ser sûc hatibûn girtin jî Dadgeha Bilind biryar erê kir. Îdiaya “delîlên teqez, şênber û pêbawer tune ne” weke hinceta biryarê hate nîşandan.
Serfermandarê Giştî yê Artêşê yê demê Yaşar Buyukanit, ji bo bersûcan gotibû “Ez nas dikim, zarokên baş in.” Ji bo ceza li her sê bersûcan were birîn, serlêdana şexsî jî hate kirin. Têkildarî serlêdana parêzerên Yilmaz kiriye de heta niha jî tu pêşketin çênebûne.
MA / Adnan Bîlen
