ÎZMÎR - Mamoste Çeçan Topçu destnîşan kir ku ji bo entegrasyona demokratîk pêwîst e zimanê Kurdî ji hêla qanûnî ve were misogerkirin û got: "Ger statûya Kurdî neyê naskirin, em nikarin qala entegrasyonê bikin."
Di qonaxa ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bûye sernavekî girîng ê rojeva welêt de, girîngiya verastkirinên qanûnî ji aliyê gelek derdoran ve bi domdarî tê ziman. Yek ji mijarên sereke yên ku verastkirina qanûnî li ser tê xwestin, bikaranîna zimanê Kurdî ye. Temînata qanûnî ya Kurdî, wekî qonaxeke girîng a fikra "entegrasyona demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, tê qebûlkirin. Li gelek welatên pir netew ên ku şopên "entegrasyona demokratîk" a ku Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, ziman bi temînata qanûnî hatiye naskirin û pirsgirêka ziman hatiye çareserkirin.
Yek ji mînakên serketî yên temînata qanûnî ya zimanên neteweyên bi hev re dijîn, Spanya ye. Li welêt, ji bilî Spanî yê ku zimanê fermî ye, zimanên dayikê yên wekî Katalanî, Baskî, Galîsyayî û Valensyayî hem di destûra bingehîn de hem jî di parlamentoyên herêmên xweser de di bin temînata qanûnî de ne. Di Destûra Bingehîn a Spanyayê ya dibêje: "Zimanên din ên Spanî li gorî statûyên civakên xweser ên têkildar, li herêmên wan jî dê fermî bin" û "Zengîniya cureyên cuda yên zimanî li Spanyayê, mîrateyeke çandî ye û divê bi rêz û parastineke taybetî were qebûlkirin", ev ye nîşaneya qanûnî ya girîngiya ku dewlet dide zimanên dayikê yên ji bilî zimanê fermî. Temînata qanûnî ya zimanên dayikê, bikaranîna van zimanan hem li qadên giştî hem jî di jiyana rojane de zêdetir dike. Herwiha rêziknameya xweseriya Katalonyayê dibêje: "Hikumeta Katalonyayê û saziyên din ên giştî, divê bikaranîna fermî ya hem Katalanî hem jî Îspanyolî misoger bikin û divê normalîzekirin û parastina Katalanî teşwîq bikin," bi vî rengî Katalanî hem tê parastin hem jî belavbûna vî zimanî tê teşwîqkirin.
LI MAKEDONYAYA BAKUR PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ TIRKÎ
Herwiha li Makedonyaya Bakur jî zimanên dayikê bi xalên destûra bingehîn di bin temînata qanûnî de ne. Xala 48'an a Destûra Bingehîn a Makedonyaya Bakur, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê pêşkêş dike û bi xala "Endamên her neteweyê xwedî van mafan in: Di perwerdehiya seretayî û navîn de li gorî qanûnê perwerdehiya bi zimanê xwe. Di dibistanên ku perwerdehî bi zimanê neteweya wan û zimanê Makedonî tê dayîn de xwendin," ev maf tê parastin. Bi vî awayî, Tirkên ku ji sedî 3,9'ê nifûsa Makedonyaya Bakur pêk tînin, dikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin.
Hindistan, Efrîqaya Başûr, Erître, Swîsre, Fînlandiya, Belçîka, Îrlanda, Bosna Hersek, Malta, Qibris, Lûksembûrg, Kanada, Peraguay, Bolîvya, Perû, Pakistan, Sîngapûr, Fîlîpîn, Îsraîl, Srîlanka, Qazaxistan, Qirgizistan, Zelandaya Nû û Papua Gîne ya Nû di nav wan welatan de ne ku mafê pîrzimanî qebûl dikin.
'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ PÊKAN E'
Mamoste Çeçan Topçu yê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê, li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdî diyar kir ku ger pirsgirêka zimanê dayikê neyê çareserkirin, kes nikare behsa aştî û wekheviya civakê bike. Topçu, destnîşan kir ku Kurdî li gelek deverên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tê axaftin û ev tişt got: "Ger pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk çareser bibe, ev çareserî dê bandorê li gelek herêman bike. Kurd, li ku derê dinyayê bin, dema mafên siyasî, civakî an jî çandî bi dest bixin, dewleta Tirk êriş dike. Li dijî van êrişan serhildan çêbûn. 50 sal in têkoşîna azadiyê heye û Kurd neçarî vê têkoşînê man, ev ne tercîha wan e. Hemû Kurd dixwazin ev pirsgirêk bi muzakereyan were çareserkirin. Ev jî di serî de bi çareserkirina pirsgirêka zimanê dayikê ve pêk tê. Mînakên vê di cîhanê de hene. Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan heye. Di vê beyannameyê de tê gotin ku her mirov xwedî mafê perwerdehiya bi zimanê xwe ye. Herwiha ev beyanname dibêje ku her mirov xwedî mafê îfadekirina fikra xwe ya bê tirs e. Mirov nikare vî mafî ji zimanê dayikê cuda bifikire; ji ber ku mirov dema fikrên xwe tîne ziman, bi zimanê xwe ve rave dike."
'DIVÊ ME BI HER TIŞTÊ ME QEBÛL BIKIN'
Topçu, anî ziman ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li gelek welatan ji pirsgirêkên zimanê dayikê re çareserî hatine dîtin, lê di mijara zimanên ku li ber windabûnê ne de kêmasî hene. Topçu, destnîşan kir ku li welatên wekî Swîsre, Hindistan û Efrîqaya Başûr gelek zimanên dayikê hatine misogerkirin û wiha pê de çû: "Axaftina bi zimanê xwe an jî perwerdehiya bi zimanê xwe ya hemû civakên di nava sînorên dewletê de, yekparebûna wê dewletê xera nake, berevajî vê yekitiyê pêk tîne. Heta niha Kurdayetî her wekî 'cudaxwazî' dihat dîtin. Lê ne wisa ye. Îro ger kesekî li Bazîdê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne, dê çi ziyanê bide kesekî li rojava, civaka Tirk ji vê zirarê nabîne. Divê me bi her tiştê me ve qebûl bikin. Bi reng, nasname, aborî û fikra me qebûl bikin. Sed sal e tê gotin 'Kurd hene lê mafên wan nînin.' Dema em dest bi dibistana seretayî dikin em nizanin cudakarî çi ye; lê ger mamosteyê min şaqam li min dabe, ji ber ku Kurdbûnê li min daye. Her çend sedemên din jî hebin, dibe ku ji ber şaqamê hişmendiya min a Kurdayetî çêbû."
'HETA STATÛYA KURDÎ NEYÊ QEBÛLKIRIN EM NIKARIN QALA ENTEGRASYONÊ BIKIN'
Topçu, destnîşan kir ku bi înkarkirina Kurdan ve tiştek nayê bi destxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku di bin bandora tu kesî de nînin, beşdarî pêvajoyê dibin. Heta statu ji Kurdî re neyê qebûlkirin, em nikarin qala entegrasyonê bikin. Em her tim dibêjin azadiya ziman bi azadiya civakê ve girêdayî ye. Bêyî ku Kurdî û Tirkî wekhev bin, em nikarin li dibistanan, di civakê û medyaya de behsa entegrasyona demokratîk bikin. Ji bo em bibin xwedî maf û kedên bi salan hatine dayîn, vala neçin, divê her kes di vê têkoşînê de cih bigire. Bêyî têkoşînê ev pirsgirêk çareser nabe. Ger em vê pêvajoyê tenê li ser muzakerevanê xwe yê sereke Rêbertî an jî Meclîsê bihêlin, nabe. Divê her welatparêz, her kesê ku xwedî hişmendiya Kurdbûnê ye, berpirsiyariyê li xwe bigire."
MA / Ûgûrcan Boztaş
