Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!

  • rojane
  • 09:17 21 Kanûn 2025
  • |
img

COLEMÊRG - Çelê ya ku bi 38 jîngehên xwe yên qedexekirî bûye navenda polîtîkayên ewlehiyê, jiyana sivîl lê bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin.

 
Navçeya Çelê ya Colemêrgê, îro bi 38 herêmên xwe yên jîngehên qedexekirî, di navenda polîtîkayên ewlehiyê de cih digire. Navçeya ku li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ye, bi sepanên “herêma ewlehiyê ya taybet” jiyana sivîl lê hatiye nemaye. Çelê di dîrokê de bi rêyên bazirganiyê, çanda zozanan û bi tevna xwe ya civakî ya pirreng tê naskirin. Erdnîgariya wê ya çiyayî bi sedsalan teşe daye jiyana gelê herêmê û gundên wê bûne navenda çandinî, sewalkarî û têkiliyên bazirganiya sînor. Lêbelê îro Çelê ne bi vê dewlemendiya xwe ya dîrokî û çandî, lê bi 38 herêmên xwe yên qedexekirî tê bibîranîn.
 
Bi hinceta ku li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ye, qada gundewarî ya navçeyê bi piranî di statuya qada leşkerî de ye. Gundên ku di salên 1990’î de hatin valakirin û şewitandin, veguherîn herêmên leşkerî. Nuqteyên navçeyê yên ku têketina wan serbest e jî, ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve her 15 rojan carekê wekî "qedexe" têne ragihandin û têketinê wan têne qedexekirin.
 
Gundên; Serêspî, Siyavik, Gûzereş, Aşûtê, Gêman, Minyaniş, Zawîte, Biyadir û Deştan şênî lê dijîn; lê gundên Erbîş, Canmeda, Helalî, Bêtrut, Erîş, Şiliko, Şîvrezan, Jiyaniş, Seranî, Talisan, Marûfan, Ertûş, Hilçaş, Bilêcan, Şivişk, Serêsêvê, Bê, Şûkê û Gorbeyê qedexe ne. Herwiha mezrayên; Bite, Barzan, Pîrî, Xanêsêgund, Kurbe, Hirkaş, Şiluku, Zal, Bircêlan, Qesirk, Mirkaniş, Geluk, Kanîketkî, Sivsîdan, Qesran, Beravî, Bêlatajorî, Biyêreş û Zerî jî qedexe ne.
 
JI ERDNÎGARIYA ÇANDÎ BER BI HERÊMA LEŞKERÎ VE  
 
Gundên girêdayî Çelê ne tenê cihên niştecihbûnê ne; di heman demê de ew cihên ku bîra dîrokî û berdewamiya çandî ya herêmê ne. Zozan, mêrg û zeviyên çandiniyê, bi nifşan ve bûne bingeha jiyana kolektîf. Îro ev qad bi temamî di çarçoveya “herêma ewlehiyê ya taybet” de li sivîlan girtî ne. Qedexeyên ku bi navê “demkî” hatin ragihandin, di nav salan de veguherîn qedexeyên mayînde.
 
NAVÇE NAVENDA POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ YÊN TAYBET E  
 
Navçeya ku bi qereqol, herêmên baregehê û nuqteyên kontrolê hatiye dorpêçkirin, ne tenê li gundewaran, li navendê jî bi spanên ewlehiyê yên bilind hatiye dorpêçkirin. Ev rewş bandoreke rasterast li ser rewşa civakî, aborî ya navçeyê dike. Qedexebûna gundan çandinî û sewalkariyê ji holê radike û beşeke mezin a nifûsê neçarî koçberiyê dike. Nifûsa ciwan ji navçeyê çûn û gund bi demê re bêmirov man. Bi vî rengî qedexe, ji tevdîreke ewlehiyê bêtir, veguherî amûreke ku tevna civakî ya herêmê diguherîne.
 
JIYANA KU HATIYE RAWESTANDIN 
 
Stratejiyên leşkerî yên li ser xeta sînor, navçeyê bi awayekî fiîlî veguherandiye “herêma leşkerî” û hewcedariyên jiyana sivîl hatine paşguhkirin. Qedexebûna 38 herêmên niştecihbûnê nîşaneya herî aşkera ya vê yekê ye.
 
QEDEXE Û NIFÛSA LEŞKERΠ
 
Valakirina gundan a ku di salên 1990’î de dest pê kiribû, di vê demê de zêdetir bû. Gelek gundên ku cerdevanî qebûl nekirin, hatin valakirin û li van gundan jiyana sivîl bi dawî bû. Di navbera salên 2000 û 2010’an de baregehên leşkerî li navçeyê mayînde bûn. Li her girê navçeyê qereqol hatin avakirin, hejmara baregehan zêde bûn û rê li ber vegera gundan hat girtin. Di salên 2011 û 2014’an de sepanên "herêma ewlehiyê ya taybet" hatin berfirehkirin. Nifûsa leşkerî ya li navçeyê hat zêdekirin û gelê herêmê hat koçberkirin. Di sala 2015’an de jî qedexe li navçeyê bûn sîstematîk.
 
MA / Zeynep Durgut     

Sernavên din

14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin