NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîma Îranê bi hinceta ku tev li çalakiyên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bûye, cezayê darvekirinê da çalakvanê Kurd Mêrab Ebdulazade.
Rêxistina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Mêhrab Ebdulazade bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin. Hate diyarkirin ku beşdarvanê Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” Mêhrab Ebdulazade, ji aliyê liqa 9 ya Dadgeha Bilind a Îranê ve bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.
Li gorî daxuyaniya rêxistinê, dadgeha rejîmê bi îdiaya “beşdarbûna kuştina bi qesdî” cezayê darvekirinê daye Mêhrab Ebdulazade. Niha metirsî heye ku Ebdulazade were darvekirin.
MÊHRAB EBDULAZADE KÎ YE?
Mêhrab Ebdulazade yê 27 salî, xelkê bajarê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê ye. Ebdulazade, di 22’yê Cotmeha 2022’yan de wek beşdarvanên din ên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê wezareta Îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer hebe hate binçavkirin û şandin Girtîgeha Urmiyeyê. Hêzên rejîmê 38 rojan îşkenceyeke giran li Ebdulazade kirin ku kuştina qesdî ya endamên hêzên Besîcê li xwe bigire.
Hêjayî gotinêye ku li gorî qeyda dîmenek ya ku kuştina endamê hêzên Besîcê di nav de ye, Mêhrab Abdulazade li cihê bûyerê nebû. Lê bi tometa kuştina endamê hêzên Besîcê, li ber metirsiya darvekirinê ye.
