COLEMÊRG - Fahîr Geylanî ku hevdîtina bi birayê xwe Mûstafa Geylanî yê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê tê ragirtin re vegot, ev tişt anî ziman: “Piştî her gaveke erênî a tê avêtin, îdareya girtîgehê dikeve nava nêzikatiyên di asta îşkence û miameleya xerab de.”
Mûstafa Geylanî, di sala 1999’an de ji hêla Guristanê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin û li vir cezayê muebbeda girankirî lê hate birîn. Geylanî, niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê, ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Fahîr Geylanî, naveroka hevdîtina bi kekê xwe Mûstafa Geylanî re parve kir. Geylanî, da zanîn ku kekê wî jê re gotiye di 11,16 û 19’ê mehê de lêgerînên odeyê yên di asta îşkenceyê de hatin kirin û hatine tacîzkirin. Geylanî, bi domdarî got: “Bi taybet jî di lêgerînên 11 û 19’ê mehê de odeya wî û hevalên wî pir xerab hatin texrîbkirin û belavekirin. Ev, rêbazekî bi şêweya îşkenceyê ye. Got ku bi taybet jî piştî daxuyaniyên erênî yên Devlet Bahçelî ev nêzikatî pêş ketine. Anî ziman ku rêveberiya girtîgehê li dijî pêvajoyê tevdigere û dijberiya pêvajoyê dike. Piştî ewqas gavên erênî, rêveberiya girtîgehê nêzikatiyên di asta miameleya xerab û îşkenceyê de raber dike.”
'TEVÎ PÊVAJOYÊ JÎ EWLEHIYA CANÊ GIRTIYAN TUNE YE’
Geylanî, diyar kir ku di demên berê de jî nêzikatiyên bi vî rengî hatine pêşxistin û di çapemeniyê de cih girtine. Geylanî, got: “Em dixwazin ku dîmenên di 11 û 19’ê mehê de bên lêkolînkirin û pêşkeşî Meclisê bên kirin. Hemû delîl di wan dîmenan de ne. Tevî pêvajoyê jî ewlehiya canê girtiyan tune ye. Divê îdare di destê kesên dijberiya pêvajoyê dikin de nebe. Hemû girtî daxwaza lêkolînkirina dîmenan dikin. Bêyî daxwaza girtiyan odeyên wan tên guherandin û dest danin ser wêne û nivîsên wan. Her çend fîzîkî nebe jî, astekî cuda yê îşkenceyê heye. Îşkenceyeke psîkolojîk dikin. Zextên dermirovî hene. Weke malbat, em ê heta dawiyê bi birayê xwe re bin. Em ê sibê yekser giliyê girtîgehê bikin. Ev tiştên di vê pêvajoyê de diqewimin, fikaran çêdike. Em van sepanan qebûl nakin.”
