Deklerasyona 'Li Amedê ber bi bajarê jinan ve' tê eşkerekirin
- jin
- 10:58
Şaredariyên DEM Partiyê deklerasyona "Li Amedê bi bajarê jinan ve" radigihînin.
Şaredariyên DEM Partiyê deklerasyona "Li Amedê bi bajarê jinan ve" radigihînin.
"Komîsyona Lêpirsînê ya Dîlan Karaman" ku der barê mirina gumanbar a Dîlan Karamanê de daxuyaniyek weşand, got: "Agahiyên ku digihîjin komîsyona me bi baldarî tên berhevkirin; îfadeyên şahidan bi baldarî tên lêkolînkirin û xebat berdewam dikin."
Halîde Turkoglû a DEM Partiyî têkildarî îstîsmara li Meclisê axivî û got ku divê hemû qedemeyên rêveberiyê yên Meclisê bikevin ber pêvajoya lêpirsînê û daxwazên xwe rêz kir.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê daxwaz kirin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya binpêkirina "mafê hêviyê" ya der barê Abdullah Ocalan de bê bicîanîn û gotin: "Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin, em ê Abdullah Ocalan bigirin bînin."
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de 12 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê xwestin Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û gotin: "Diviyabû Rêbertî îro ne di girtîgehê de, li derve bi gel re bûya."
Hejmara 146’an a kovara Jinê bi manşeta “Têkoşîna me ji bo mafan e, ji bo jiyanê ye” derket.
Li Gundê Tanêr ê Xozatê, 7 jinên kooperatîfa li ber girtinê bû geş kirin û dest bi hilberînê kirin, peyama "Divê jin bighîjin hev û hilberînê bikin" dan.
Jinên ku banga beşdarbûna meşa ku dê sibê li Licê bê lidarxistin kirin gotin: "Werin em mil bi mil dawî li van polîtîkayên fihûş û tiryakê bînin."
DEKAHDER’ê rapora xwe ya “Xizmetên Alîkariya Edlî” ya 6 mehan aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li Kurdistanê ji her hezar jinan tenê yek ji wan dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî.
Dayika Aştiyê Aliye Tîmur, jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kir, lê bêyî ku xeyala dîtina gorek ji bo kurê xwe pêk bîne, koça dawî kir. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna xeyalên wê têkoşîna xwe bidomînin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li Licê dê li dijî fuhûş, tiryak û polîtîkayên şerê taybet, meşeke girseyî bê lidarxistin.
Piştî ku Sûriye derbasî qonaxa hikumeta veguhêz bû, rewşa tevlihev serwer bû û tundî zêde bû. Di vê rewşê de jin bi şer û aloziyan re rû bi rû man û hin caran bedenên wan wekî amûrên zextê hatin bikaranîn.
Artemêt, di çarçoveya xebatên “Bajarê jinan” ên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê de weke bajarê pîlot hatibû hilbijartin. Artemêt ku xwedî dîrokeke bi hezaran sala ye, dê bi vê projeyê re bêhtir derkeve pêş. Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç, got ku ew ê navçeyê bi nêrîna jinê jinûve ava bikin.
Li gor rapora meha Mijdarê ya MKG'ê; rojnamevaneke jin hatiye binçavkirin, yek ji bo îfadeyê hatiye gazîkirin,3 lêpirsîn hatine vekirin, 2 doz hatine vekirin û li 5 rojnamevanan 2 al û 11 meh cezayê girtîgehê hatiye birin û girtina 3 rojanemavan û darizandina 12 rojnamevanên jin didome.