Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
- rojane
- 11:10 20/4
DEM Partiyê Cejna Paskalyayê pîroz kir.
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku dê di demekî herî kin de Konferansa Kurd were lidarxistin û got: “Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan li Sûriyeyê misoger bikin.”
Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku yek ji muxatabên banga Abdullah Ocalan jî dewlet e û divê gavan biavêje. Unsal, got: “Heke kongreyek were lidarxistin, divê birêz Ocalan bikare xwe bigihîne kongreyê û ji bo bikare ji mafê hêviyê sûd bigire divê gav bên avêtin.”
Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Ji bo aştiyê divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Heta birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe pêvajo pêş nakeve.”
Cotkarên li Agirî ku neçar man fatoreya avê ya ji 240 TL'yî bidin û gundiyan nerazîbûn nîşanî DSÎ dan û gotin, "Ava me bi pereyan difiroşin me."
Kudret Aksu ku kurê wê Suleyman Aksu li Pirsûsê hatibû qetilkirin, diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan ew li bendê ne ku dewlet gavan biavêje û got: “Banga me ji bo her dayika bedelên giran daye ye, em xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
Newala Tekoran, bi keskehiya çiyayên li quntara xwe û bi şînahiya Çemê Firatê re geştiyaran mest dike. Bi hatina biharê re Newala Tekoran bi rengên cur bi cur xemilî û rê li ber dîmenên rengîn vekir.
Malbatên di dema pevçûnan de xizmên xwe winda kirin, piştgiriya xwe ya ji bo banga Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin ku ji bo aştiyeke mayînde divê dewlet gavan bavêje.
Malbatên endamên HPG'ê Seyît Yûsûf Ûçûkan û Eyup Dala ku li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest dan li Amedê şîn danîn. Gelek endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şînê kirin.
Keça girtiyê bi navê Mehmet Emîn Çam ê ku ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê Şîmel Çamê got: "Li gorî agahiyên bijîşk îro nirxê gurçika wî gelekî zêde bûye. Zêdebûna nirxan dilê bandorê li dikî dike."
Hat ragihandin ku mamostaya zimanê kurdî Sirwe Pûr Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve bi 5 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Sirwe ji aliyê dadgeha Sineyê ve hatiye agahdarkirin ku xwe radest bike.
Dayikên Şemiyê ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Nurettîn Yedîgol ê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin hatin gel hev, gotin: "Îşkence ji damezrandina komarê vir bûye polîtîkaya dewletê ya li Tirkiyeyê ye. Têkoşîna me ya ji bo windayan wê bidome."
Di çalakiya xizmên windayan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê de çîrokên Cemal Kavak, Îzzet Seven û Kadîr Keremoglû yên di bin çavan de hatin windakirin hatin xwendin û li aqûbeta wan hat pirsîn.
Li Kampa Holê di roja duyan a operasyona ewlehiyê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin.