Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
- rojane
- 12:26 07/4
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Encama bangê serkeftin e” derket û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Encama bangê serkeftin e” derket û bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di hinceta biryara cezayê li melayên Kurd hatiye birîn de gotina “rojî serhildaneke li dijî zilmê ye”, protestoya qeyûm û banga tevlibûna daxuyaniyan weke sûc hatin nîşandan û bi van hincetan îdiaya “armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê ye” hate kirin.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî têkildarî pêvajoyê bang li îktîdarê re kir û got: “Dev ji mijûlkirinê berdin. Cidî bin, rast bin û gavên li gorî daxwaza gel biavêjin. Meclis amade ye ku li ser zemîna lihevkirinê bicive.”
Parêzer Erkam Erdem ragihand ku Mahîr Polat ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, sewqî Saziya Tipa Edlî hate kirin.
Soydan Akay ê li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneya girtîgehê. Hat zanîn ku li nexweşxaneyê ji Soydan re gotin “tansiyona te rabûye” û şandin qawîşa wî.
Prof. Kariane Westrheim diyar kir ku di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de her tişt girêdayî bersiva Tirkiyeyê ya li hemberî banga Abdullah Ocalan e û got: “Beriya her tiştekî divê Ocalan azad bibe. Pêvajoyeke bêyî wî nabe.”
Birayê yek ji kadroyên pêşengên ên PKK’ê Mahsum Korkmaz, Fehmî Korkmaz diyar kir ku divê dewlet bilezûbez bersiva banga Abdullah Ocalan bide û got: “Em ji bo jiyanake azad û demokratîk biisrar in û aştiyeke birûmet dixwazin.”
Abdullah Ruzgar ku 2 roj piştî banga Abdullah Ocalan hate berdan, diyar kir ku girtiyan banga dîrokî ji dil û can qebûl kirine. Ruzgar, got: “Divê em bêhtir xwedî li têkoşînê derkevin û bi dewletê gav bidin avêtin.”
Ji bo endamê PKK’ê Bulent Aydin ku di sala 1995’an de li Dêrsimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê şîn hate danîn.
Di 21’emîn Lijneya Awarte ya CHP’ê de Ozgur Ozel dîsa weke serokê giştî hate hilbijartin.
DEM Partiyê diyar kir bi sala ye ji bo bêdengikirina rojnamegerên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gef, girtin û sûîqestan zexteke giran tê kirin û got: “Rojnamegerên li ser şopa heqîqetê nemir in.”
Têkildarî midûrê emniyetê û amirên polîsan ên li Nisêbînê mal û milkê xelkê talan kirin biryara beraetê hatibû dayin û cezayê polîsan hatibû daxistin. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku ji dozê nehatine agahdarkirin û bi hinceta biryar li dijî qanûnê ye serî li îstînafê da.
DFG’ê bi boneya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî da û da zanîn ku di 5 salan de 15 rojnameger hatine qetilkirin û got: “Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin.” MKG’ê jî got ku di 10 salan de li seranserî cîhanê 12 rojnamegerên jin hatine qetilkirin.
Siyasetmedarê Îrlandayî Gerry Adams diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo pêşî li avakirina civakeke demokratîk were vekirin firsendeke jiyanî ye û xwest Abdullah Ocalan were berdan.