ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
- rojane
- 09:00 11
AYM’ê ji bo nameyên 11 girtiyan ku bi hinceta “fikaredar e” ji hêla girtîgehan ve hatibûn desteserkirin, biryara binpêkirinê da.
ÎHD'ê ji bo endama xwe Hatîce Onaranê ku ji ber şandina pereyan a ji girtiyan re hatibû girtin, ji Parlamentoya Ewropayê re name şand.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tevî bertekan jî 30 neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê.
Li navçeya Qelqelî ya Wanê mînîbusek û motorsîklêtek li hev qelibîn. Di qezayê de 2 ciwanên li motorsîklêtê siwar jiyana xwe ji dest da.
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş û xwest girtiyên rewşa wan giran, ên kal û yên astengdar tavilê bên berdan.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdî Zeyrek ku di hewzê de ceyranê girt û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hate definkirin.
Li Kutahyayê bi mezinahiya 4,5’ê erdhej çêbû.
Dadgerê Dadgeha Kargêrî ya Bilind Ahmet Hamîdî ku ji bo cejnê çûbû Mêrdînê, bi birîndarî hate dîtin.
Kesên di Komkujiya Garêde jiyana xwe ji dest dabûn di 116'mîn meha komkujiyê de hatin bibîranîn.
Ji 12 aktîvîstên di keştiya Madleenê de 4 jê ji hêla Îsraîlê ve hatin dersînorkirin û 8 kesên belge îmze nekirin jî hatin binçavkirin.
Li Xarpêtê zarokê 12 salî ku bi malbata xwe re çûbû seyranê ji bo hênîkbûnê kete Gola Bendava Kebanê û xeniqî.
Tehliyeya Nîhat Şahîn ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, bi hinceta gotina wî ya “Ji bo nasnameya xwe ya Kurdî bijîm min 30 sal bedel da” hate astengkirin.
Welatiyên ji bo geştê berê xwe dan Zozanên Alandeştê ku her sal dem bi dem tê qedexekirin, xwestin qedexeyên her sal bi hinceta ewlehiyê tên raginandin bên rakirin.
Welatiyên li Enqereyê dijîn, diyar kirin ku ji bo aştiya civakî hewceye Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire û hemû derdorên civakî daxilî pêvajoyê bên kirin.