Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
- polîtîka
- 11:09 07/4/2020
Guhertina yasaya înfaza muxalefet jê re dibêje newekhev e û girtiyên siyasî daxil nekirinê îro li Desteya Giştî ya Meclîsê tê nirxandin.
Guhertina yasaya înfaza muxalefet jê re dibêje newekhev e û girtiyên siyasî daxil nekirinê îro li Desteya Giştî ya Meclîsê tê nirxandin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî guhertina zagona înfazê ku di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê re derbas bû, şerh danî. HDP'ê di şerhê de diyar kir ku ev yek dê bêtir rê li pêşiya girtinan veke, rê li pêş zewaca zarokan veke û xizmeta aştiya civakî nake.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûlgan, ragihand ku wan li dijî şewba vîrûsê ku belav dibe dest bi "Kampanya Malbatên Xwişk û Bira" kirin û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dibin rîska şewbê deye. Divê ji Girtîgeha Îmraliyê yan dengekê, yan jî dîmenekê bigihînin civaka Tirkiyeyê.”
Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, diyar kir ku Tirkiye ji tevahiya peyman, lihevkirin û bangawaziyên navneteweyî direve û bang li tevahiya civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bîne.
Parêta darazê ya Zagona Înfazê ku ji aliyê îqtîdara AKP-MHP'ê ve hat amadekirin û ji 70 xalan pêk dihat, ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Di guhertina zagonê de girtiyên siyasî li dervê zagonê hatin hiştin.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku AKP li seranserî welat li dijî vîrûsê tevdîr negirtiye û ev rewş li ser girtîgehan rîskek mezin çêdike û divê girtîgeh werin valakirin û got: “Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin.”
Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser cihêkariya di qanûna înfazê de û got, cinayet e. Her wiha Hatîmogûllari ji bo kampanyaya ku Erdogan akere kir jî got, "kampanyaya nelirêtiyê" ye.
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, wê qanûna înfazê ya nû qanûna newekhev û cihêkariyê dijwartir bike û got: "AKP, dixwaze pêşnûmaya MHP'ê di vê krîzê de pêk bîne."
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku bi vîrûsa koronayê re bêçaretiya pergala kapîtalîst derketiye holê û torên piştevaniya gel ên hatin avakirin haveynê jiyana nû ye.
Nivîskarê marksîst Temek Demîrer, anî ziman ku piştî pandmeiya coronayê divê mirov ji nû ve li ser jiyanê hûr bibe. Demîrer, diyar kir ku herî baş gotina Rosa Luxembûrgê dikare roja îroyî pênase bike û got: "Li ber be du vebijêrk hene; an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter."
Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku vîrûsa coronayê dibe ku li girtîgehan bibe sedema rewşine giran û got, divê qanûneke înfazê ya wekhev demildest bê çêkirin.
Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku vîrûsa koronayê li girtîgehan belav bûye û got: “Birêkûpêkkirina înfazê kuştina bi komî ya li girtîgehan e. Di heman demê de pakêta înfazê îmzekirina komkujiyek mezin e.”
Hevberdevkên Komîsyona Polîtîkayên Tenduristî û Civakî yên HDP’ê ji hikumetê xwestin ji bo kedkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin gav biavêjin.
Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî kampanya Serokomar Erdogan a "Kampanya Alîkarî û Piştevaniya Civakî" da û destnişan kirin ku divê ne welatî bibin desteka dewletê, divê dewlet piştekê bide welatiyan.
Siyaseta kurd bertek nîşanî “Kampanya Piştevaniya Neteweyî” ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hatibû şakerakirin, da. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, kampanyayê rexne kir û diyar kir ku îlana tekçûna dewletê ye.