Temellî: Divê her kes bi Ocalan re hevdîtin bike
- polîtîka
- 13:02 20/6/2019
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, beriya hilbijartina Stenbolê ya 23'ê Hezîranê ku dubare bê kirin bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û got: "Ev hilbijartin bi aliyekî hilbijartina demokrasiyê ye û bi aliyekî hilbijartina Şirnex, Mûş, Milazgîr, Tetwan û Bedlisê ye." Temellî, li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha got: "Peyamên Ocalan ji bo siyaseta Tirkiye û pêşeroja Tirkiye pir girîng e. Divê her kes bi wî re hevdîtin bike."