‘Em ê navê AKP’ê li Mûşê nehêlin’
- polîtîka
- 16:59 10/5/2023
Li Mûşê namzetên Partiya Çepên Kesk bi konvoyê li nav bajêr geriyan û hevdîtina gel li dar xistin.
Li Mûşê namzetên Partiya Çepên Kesk bi konvoyê li nav bajêr geriyan û hevdîtina gel li dar xistin.
Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo mitînga fînalê ku dê di 12’ê gulanê de li Îzmîrê li dar bixe, bênavber didomîne.
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk di civîna bi rojnameger û nivîskaran re de wiha got: “Di 14’ê Gulanê de têkbirina AKP-MHP’ê bi têrî nake. Her wiha divê pergala yekperest a sedsalî jî were tunekirin.”
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik, diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê roja hesabpirsînê ye û anî ziman ku li dijî hemû zext, astengkirin, provokasyonan dikarin bi têkoşîneke birêxistinkirî desthilata AKP’ê û MHP’ê bişînin.
Li Colemêrgê di mîtînga Partiya Çepên Kesk de hat destnîşankirin ku dê 14'ê Gulanê bi serkeftinê bê tacîdarkirin û îşaret bi tecrîda li Îmraliyê hat kirin û wiha hat gotin: “Em ê tecrîdê bişkînin û roja Kurdn azad bikin.”
Ahmet Turk li Nisêbînê xîtabî bi hezaran kes kir û diyar kir ku ev îktidar ji bo rayekî bistîne heyet şandiye cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda giran de ye. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî got AKP û tifaqa xwe wê birevin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitînga Cizîrê de bang li hezaran kesan kir û wiha bal kişand ser ewlehiya hilbijartinan: “Hûn tevek jî weke peywirdarên hilbijartinê tevbigerin. Divê em îradeya ji sindoqan derdikeve jî biparêzin. Ciwanno, tûrikên dengan neterikînin.”
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî yê di civîna gel a li Çewligê de axivî wiha got: “Desthilata li ser serê me ji xizaniyê ji talanê ji her cure qirêjiyê sûdê digire, em vê qebûl nakin. Niha dema guhertina vê desthilatê ye. Em qet tawîz nadin.”
Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir.
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Mûgla û Hatayê ji bo ku li ser sindoqan peywirdar bibin, banga “bibe muşahid” li her kesî kirin. Rêxistinan diyar kirin ku li hinek navçeyan hejmara muşahidan kêm in û bang li gel hate kirin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel bertek nîşanî daxuyaniya “darbeyê” ya îktidarêda û got: “A rast darbeya esasî ew e ku bi operasyonên qirkirina siyasî îradeya gel nas nakin.”
HDP’ê di hilbijartinên 2015’an de li Erdexanê qonaxeke girîng derbas kiribû û hewl dide bi Partiya Çepên Kesk re îcar 2 parlamenteran bi dest bixe.
Di hevdîtina gel a li Dortyola Hatayê de hta gotin ku hêrsa ji ber tiştên di dema erdhejê de çêbûne dê xwe di sindoqan de bide der.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku di mîtînga Rihayê de axivî, diyar kir ku ew ê deriyên rêya ber bi azadiyê ve vekin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîzê jî got: “Kesên ku ji bo tecrîdê deng dernaxînin, bila neyên Kurdistanê.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mitînga Qersê de destnîşan ir ku partiya wan ewlehî û teminata welat in û got: “Vana her ku têk diçin, dest bi êrişan dikin. Her ku êriş bikin wê têk herin.