Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
- polîtîka
- 19:51 13/4/2023
Partiya Çepên Kesk ku dê sibê maraton hilbijartinê ji 5 milan ve bide destpêkirin, dê li 60 navendan mîtîngan li dar bixe.
Partiya Çepên Kesk ku dê sibê maraton hilbijartinê ji 5 milan ve bide destpêkirin, dê li 60 navendan mîtîngan li dar bixe.
Li Rihayê Partiya Çepên Kesk pêşengiya pêşbaziya hilbijartinê dike. BErnameya danasîna namzetên Partiya Çepên Kesk a li Rihayê veguherî şahiyê. Her kes li Rihayê berê xwe dide Çepên Kesk û ji niha rengê xwe bi Çepên Kesk pêça ye.
Li Sêrtê namzetê rêza yekemîn ê AKP’ê Mervan Gul e. Ew di serdema ku şaredar bûye de bi gendeliyên xwe tê zanîn.
Namzeta parlamenteriyê ya rêza duyemîn a Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê Parêzer Arzû Eylem Kayaoglû bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û diyar kir ku ji bo li temamê Tirkiye û Kurdistanê di her dibistanê de herî kêm parêzerek û di her sindoqê de muşahîtek hebe xebatên xwe didomînin.
Li bajarê Rihayê kevneşopiya tevgera siyasî ya kurd ji HEP’ê heta îro bi Patiya Çepên Kesk didome. Demek ku kurdan li Rihayê 13 hezar deng werdigirt, niha derxistine bi ser 300 hezarî re û Partiya Çepên Kesk hewl dide bibe partiya yekemîn.
Partiya Çepên Kesk namzetên xwe yên parlamenteriyê da nasîn. Hevberdevkê partiyê Îbrahîm Akin diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de deriyê biharek nû vekin.
Di Partiya Çepên Kesk de bi pergala fermûarê ji sedî 40 namzet ji jinan pêk hatin. Di lîsteyên CHP’ê de ev rêje bû ji sedî 26, di AKP’ê de bû ji sedî 19, di MHP’ê de jî bû ji sedî 12.”
Di vekirina buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li Enqere û Qersê peyamên ku wê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin hatin dayîn.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn ê di vekirina buroyê ya li gundê Til Elo yê navçeya Sûrê de axivî wiha got: “Çawa ku em vekirina buroyên xwe zêde dikin, dest bi amadekirina valêzên xwe dikin. Em ê di 14’ê Gulanê de hesaba hemû êrişan bipirsin.”
Di lîsteyên namzetiyê yên AKP’ê ku rêzên ewil dan wezîran de ji Galîp Ensarîoglû yê ji Roboskê re gotibû “Doproskî”, heta Ayşegul Bîçer a anîn ber deriyê HDP’ê, ji Rumeysa Kadak a gotibû “ez bi torpil im” heta Savci Sayan ê bi çekan poz da cih da gelek navan.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sultan Bayindir diyar kir ku armanca wan ew e ku li Dîlokê 3 wekîlan derxin.
Gelek şexsiyetên di nava gel û baweriyan de xwedî cihekî girîng di nava lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih girtin.
Navên kesên ji Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û partiyên pêkhate di lîsteya namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk de cih girtin diyar bûn.
Bajarên ku hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û HDK’ê û hevserokên KCD, DBP û HDP’ê weke namzet lê hatine nîşandan diyar bûn.
Endamê PM’a HDP’ê Mehmet Sabrî Gul da zanîn ku Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên li hemû bajarên herêma Egeyê didomîne û got ku dê di vê hilbijartinê de dengên xwe du qet zêdetir bikin.