Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
- aborî-ked
- 14:39
Sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku amadekariyên xwe yên 1’ê Gulanê didomînin, bang li her kesî kirin ku sibe tev li çalakiyên 1’ê Gulanê bibin.
Sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku amadekariyên xwe yên 1’ê Gulanê didomînin, bang li her kesî kirin ku sibe tev li çalakiyên 1’ê Gulanê bibin.
Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê ku dê li Qada Rihtimê ya Kadikoyê were lidarxistin, diyar bû.
Amadekariyên 1’ê Gulanê yên li bajarên Çukurovayê temam bûn. HDK û DEM Partiyiyan banga “Li dijî krîz, faşîzm û kedxwariyê em dakevin qadan” kirin.
Rêxistinên pîşeyî û konfederasyonên sendîkayan kesên di 1’ê Gulana 1977’an de hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di çalakiyê de ji bo aştiyê banga daketina qadên 1’ê Gulanê hate kirin.
Li gorî daneyên meha Adarê yên TUÎK’ê, bêkarî kêm bû.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku ew ê bi dirûşma “Civaka demokratîk” li qadan bin û got: “Li dijî bêkarî, şer û tecrîdê em ê bi daxwaza aştî û azadiyê li qadan bin.”
Li gelek bajaran têkildarî 1’ê Gulanê daxuyanî hatin dayin û banga tevlibûnê li karker û kedkaran hate kirin.
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê ragihandin ku di nava 12 salên dawî de herî kêm 764 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û banga “Ji pêşeroja zarokan nexwin” kirin.
Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku avakirina civaka demokratîk ji bo bindestan peywireke û xwest her kes bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibe.
Rêxistinên kedê yên kuli Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê didomînin, hemû karker vexwendin qadan.
Karkerên înşaetê diyar kirin ku ew ê beşdarî mîtînga 1'ê Gulanê ya li Kadikoyê ya bi daxwaza çareseriya pirsgirêkên ewlekariya kar, paqijî û kêmkirina heqdestan bê lidarxistin bibin.
Meclisa HDK’ê ya Stenbolê û Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê diyar kirin ku ew bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve” xwe ji bo 1’ê Gulanê amade dikin û her kes vexwedin Kadikoyê.
Rêxistinên kedê yên kuli Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê didomînin, hemû karker vexwendin qadan.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê diyar kir ku dê îsal 1’ê Gulanê bi dirûşma “Bi kedkaran re ber bi civaka demokratî ve” pîroz bikin.
Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettîn Aslanoglû anî ziman ku 1'ê Gulanê roja têkoşîna hevpar a karker û kedkaran e û bang li her kesî kir ku li Kadikoyê daxwazên xwe yên demokrasiyê biqîrin.