Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
- aborî-ked
- 16:37 15/10
Meşa endamên KESK’ê ya ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin dîsa vegerin ser karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatibû destpêkirin, gihîşt Edeneyê.
Meşa endamên KESK’ê ya ji bo xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin dîsa vegerin ser karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatibû destpêkirin, gihîşt Edeneyê.
BÎSAM’ê rapora xwe ya meha Tebaxê aşkera kir û sînorê birçîtiyê yê malbateke ji 4 ferdan pêk tê weke 26 hezar û 149 TL ragihand. Di raporê de sînorê xizaniyê jî weke 90 hezar û 450 TL hat aşkerakirin.
KESK û BES bi daxwaza ku kedkarên KHK’î vegerin karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin.
Ji ber krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, di nava 2 salan de li Wanê 700 esnafan dikanên xwe girtin. Serokê Odeya Firinvan û Loqentevanan Sabrî Işik, rewşa esnafên bajar weke “li ber îflasê ne” nirxand.
Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê, di meha Îlonê de herî kêm 206 karkeran û di 9 mehên ewil ên sala 2025’an de jî herî kêm hezar û 566 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber ku Bazara Mezin a Gel a dîrokî ya Wanê nehatiye restorekirin, dikandar zehmetiyan dikişînin. Ji dikandaran Azad Kaya got: "Her zivistan ji ber sobeyan şewat çêdibe. Em her sal ji ber vê diqilqilin."
Li taxên li deverên bilind ên navçeya Pasûrê, komkirina gûzan dest pê kir.
TUÎK’ê ragihand ku enflasyon di meha Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bûye û ENAG’ê jî rêjeya enflasyonê ya meha Îlonê weke ji sedî 3.79 aşkera kir.
Li Agiriyê berhevkirina silqokê dest pê kir. Cotkaran ku bertek nîşanî fiyetê silqokê dan gotin ku kîloyek silqok nake bi nîv qedeh çay.
KESK dê li 6 bajaran meşa herêmî li dar bixe, ji bo kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin vegerin ser karên xwe. Kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin anîn ziman ku ew ê beşdarî meşê bibin û gotin: "Meş parçeyeke ji têkoşîna edalet û aştiyê ye."
Li gorî daneyên TURK-ÎŞ’ê, sînorê xizaniyê derket 91 hezar û 109 lîreyan û 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû.
Li Pasûrê ku bastêq, dims û benî bi rêbazên kevneşop tên çêkirin, demsala serrezê dest pê kir.
DTÎOSB'ê civîna yekemîn a giştî ya asayî li dar xist. Sezaî Ayas wekî serok hat hilbijartin. Di civînê giştî ya asayî de ji bo pêşxistina îstihdamê îşaret bi girîngiya tevkariyê hat kirin.
Li navçeya Karataşê agir bi konên karkerên çandiniyê ket.
Li Bazîdê welatiyên ku ji bo zivistanê penêr, rûn û qelî çêkirin, niha jî ketine tatêla çêkirina xwarinên di şûşeyan de (konserve).