Xelkê Wanê: Em li qûşxaneya vala, qûşxaneya vala jî li me dinêre
- aborî-ked
- 10:56 04/8/2023
Welatiyên Wanê zemên piştî hilbijartinê hatine kirin weke “zilm” pênase kirin û wiha gotin: “Em li qûşxaneya vala û qûşxaneya vala jî li me dinêre.”
Welatiyên Wanê zemên piştî hilbijartinê hatine kirin weke “zilm” pênase kirin û wiha gotin: “Em li qûşxaneya vala û qûşxaneya vala jî li me dinêre.”
Nûnerên tevgerên kedê bi lêv kirin ku bi milyonan karkerên mûçeyê kêmtirîn bi xizaniyê re li ber xwe didin û destnîşan kirin ku karkerên mûçeyê kêmtirîn îro ji bo bijîn deyndar dibin û destnîşan kirin ku divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan.
TUÎK’ê daneyên enflasyonê yên tîrmehê parve kir û diyar kir ku ji sedî 9,49 zêde bûye. Li gorî vê; enflasyona salane jî bû ji sedî 47,83.
Li gorî daneyên ENAG’ê, enflasyona 12 mehan ji sedî 122,88 e û enflasyona tîrmehê jî ji sedî 13,18 zêde bû.
Kedkarên tenduristiyê li gelek bajaran neçûn kar û bi daxuyaniyan daxwazên xwe rêz kirin.
TURK-ÎŞ’ê aşkere kir ku sînorê birçîbûnê yê mesrefa xurekê ya mehane ya malbateke ji çar kesan pêk tê, 11 hezar û 658 lîre ye.
Li Amedê ji ber bandora erdhejê û krîza aboriyê kirêyên xaniyan zêde bûn. Emlaqfiroşan, dan zanîn ku kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene.
Li navçeya Şemzînanê ajokarên teqsiyan, bertek nîşanî zemên sotemeniyê dan û çalakiya qontax girtinê li dar xistin.
Platforma Şaxa a KESK’a Wanê li dijî zeman kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Karkerên DEDAŞ'ê ku ji ber çalakiya bi daxwazên maf dane destpêkirin bê tazmînat ji kar hatin derxistin, ji bo li karê xwe vegerin û şert û mercên wan ên kar bên sererastkirin, li ber DEDAŞ'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Rêveberê Dev Saglik-Îş a Şaxa Stenbolê Mûhammet Aslan bal kişand ser kêmbûna rêjeya sendîkabûyînê û ji bo xurtkirina têkoşînê bang li ciwanan kir.
Serokê Şaxa Emeklî-Sena Wanê Tîmûr Sayyîgît bertek nîşanî rêjeya enflasyonê da û got: "Lêçûnên bombeyên ku beredayî li xwezaya me tên barandin, heke ji karker, teqawîd û tevahiya gel re were veqetandin, dê têrî mafê hemû gel ê aramiyê bike."
Herî kêm 50 karkerên DEDAŞ'ê yên li dijî şert û mercên nebaş li Rihayê dest ji kar berdan, ji kar hatin derxistin.
Aborînas Nesrîn Nas, diyar kir ku asta aboriyê ya ku hatiyê “fragman” e û anî ziman ku dê bacên hêj zêdetir bên dîtin. Îzzettîn Onder jî destnîşan kir ku aboriya girêdayî şer mehkûmî xerabûnê ye.
Gelê Wanê ku krîza aboriyê û zemên hatin kirin nirxandin, wiha gotin: “Heta ku ev şer bidome wê krîza aboriyê jî berdewam bike. Divê êdî mirov li dijî vê yekê serî rakin.”