NATO’yê sekreterê xwe yê nû diyar kir
- cîhan
- 12:07 26/6/2024
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte bû Sekreterê NATO’yê yê nû.
Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte bû Sekreterê NATO’yê yê nû.
Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya NY’ê ragihand ku ji 7’ê cotmehê heta niha li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin.
Li paytexta Slovenyayê Ljubljanayê “Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re” hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.
Hat ragihandin ku di êrîşên çekdarî yên li dijî sînagog, du dêr û nuqteyek polîsan ên li paytexta Mahaçkale û bajarê peravê Derbentê ya Dagistanê de herî kêm 19 mirine.
Tîmên rizgarkirinê yên Spanyayê ragihandin ku 19’ê Hezîranê roja çarşemê li Peravên Kanaryayê di keştiyekê de cenazeyê 5 koçberan hatiye dîtin û 68 kes jî hatine rizgarkirin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ku li Koreya Bakur bi merasîmeke mezin hate pêşwazîkirin, diyar kir ku ji Kim Jong Un têkildarî şerê li dijî Ûkraynayê piştgirî wergirtiye. Herdu welatan peymana parastinê îmze kirin.
Di serdena hecê de ji ber nexweşî û germê herî kêm 577 hecî mirin ku 323 ji wan Misrî bûn.
Hat destnîşankirin ku Ramanger Naom Chomsky ê bi awayekî çalak piştevaniya têkoşîna azadiya kurd dike jiyana xwe ji dest nedaye.
Li gorî medyaya dewletê ya Îranê, serê sibê li bakurê welêt agir bi nexweşxaneyekê ket. Hate ragihandin ku di encama şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Endamên Kevana Zêrîn, koroya Widerklang Chor û endamê YJK-E'yê di çarçoveya 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re' li Berlînê performansek pêşkêş kirin.
Îsraîlê bi balafrian êrişî Wargeha Penaberan a Nûsayrat a li Xezayê kir. Di encama êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.
Rayedarên rûsî ragihandin ku DAIŞ’iyên ku li girtîgeha li herêma Rostavê du peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatine kuştin.
Tevgera Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê û Hevalbendiya Nava Gelan (MRAP) berî 56’emîn rûniştina Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya Tirkiyeyê de xwest zextên ser kurdan werin lêkolînkirin.
Artêşa Îsraîlê bi ser bajarê Cenîn ê li bakurê Bati Şerîayê de girt.
Çalakvanên Cenevreyê ragihandin ku ew ê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bi şîara "Rêber Apo vîna me ye" li hev bicivin. Çalakvanan dagirkeriya li Colemêrgê protesto kirin.