Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
- jin
- 16:28 04/3/2024
Çalakiyên di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran didomin. Di çarçoveya çalakiyan de li gelek bajaran ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê hatin şandin.
Çalakiyên di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran didomin. Di çarçoveya çalakiyan de li gelek bajaran ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê hatin şandin.
Ji bo pêşangeha resman a jinan ku di çarçoveya projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” de li Wan hat lidarxistin, eleqeyeke zêde hebû. Ji kedkarên projeyê Helîn Demîrtepe got ku eleqeyeke zêde heye û ev bang kir: “Em xwedî li çanda xwe derkevin.”
Hayat Ozmez di 16 saliya xwe de hate zewicandin, rastî tundiyê hat û 23 salan piştre karî hev berdin. Ozmez, bi kargeha xwe ya “Jiyan” re jiyana xwe ji nû ve afirand. Di nava esnafên derdorê de tenê esnafa jin Ozmez e û hemû dîwarên li dora wê hatine avakirin rûxand.
Parêzer Nevraz Sigin anî ziman ku der barê mirina bi guman a jinan de ku wekî "xwekuştin" an jî "qezayê" tên tomarkirin de lêpirsîneke bi bandor nayê kirin û da zanîn ku di dozan de dadger bi şexsî tevdigerin.
Simlâ Sûnay der barê amadekariyên "Meşa Şevê ya Femînîst" de ku fînala çalakiyên 8'ê Adarê ye wiha banga- kir: "Em di 22'yemîn Meşa Şevê ya Femînîst de careke din li Taksîmê bên cem hev."
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên 8'ê Adarê de soza xurtkirina têkoşînê hat dayîn.
Jinên ku li gelek bajaran xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin, diyar kirin ku dê piştevaniyê mezin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.
Kampanyaya TJA’yê ya "Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” dê di 8’ê Adarê de bê temamkirin. Ji aktîvîstên TJA’yê Nevriye Çur anî ziman ku kampanyaya wan dê bi dawî bibe lê têkoşîna wan wê her tim bidome.
Jinên kedkarên çandiniyê yên ku di bin zexta kedxwariyê de ji bo jiyanê têdikoşin, xwestin ku jin li qadên 8'ê Adarê dengê wan ragihînin.
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak, bi nameya ji girtîgehê şandiye xebatên hilbijaritinê da destpêkirin û got: “Em ji bo vebijêrkeke demokratîk pêşkeşî gelê Enqereyê bikin tên”
Jinên ku di çarçoveya 8’ê Adarê derketin qadan ev peyam dan: “Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin.”
Jinan di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê de li mezraya Sofîsalîm a navçeya Silopiyayê dar çandin.
ojnamegerên jin ên ku 12 sal berê bi JINHA'yê re mudaxileya mêrsalariyê kirin bi Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê re rêxistina xwe ava kirin. Rojnameger Bêrîtan Canozer û Roza Metîna diyar kirin ku ji bo feraseta mêrsalar û zimanê wê bi temamî biguherînin têkoşînê didomînin.
Nazîme Arvas a di 16 saliya xwe de hate zewicandin û hema bêje tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye wiha bang li jinan kir: “Tu caran serî netewînin, têbikoşin. Bi têkoşînê zext dişkên.”
DAKAP’ê li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê starta çalakiyên 8’ê Adarê da û wiha got: “Em ê ji mafên xwe, ji têkoşîn, zimanê dayikê, nasname, xweza û azadiya xwe tawîzê nedin.”