Prof. Dr. Erdem: Heke îrade hebe dikarin gelek gavên şênber biavêjin
- rojane
- 10:56 09/10
Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem diyar kir ku divê komîsyon tavilê li Abdullah Ocalan guhdarî bike û got: “Heke îrade hebe, gelek gavên dikarin bên avêtin hene.” Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 5’ê Tebaxê de Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê hate avakirin. Di serî de malbatên di şer de zarokên xwe winda kirin, komîsyonê li gelek kesan guhdarî kir. Di 2’yê Cotmehê de jî li hiqûqnasan guhdarî kir.
