Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
- rojane
- 17:08 21/11
Komîsyona ku di çarçoveya çareseriya pirgirêka Kurd de li Meclisê hat damezirandin, ji bo hevdîtna bi Abdullah Ocalan re biryara çûyîna Îmraliyê da.
Komîsyona ku di çarçoveya çareseriya pirgirêka Kurd de li Meclisê hat damezirandin, ji bo hevdîtna bi Abdullah Ocalan re biryara çûyîna Îmraliyê da.
Komîsyona Meclisê di dengdayînê de biryar da ku şandeyek biçe serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di komîsyonê de dengdana ji bo serdana Îmraliyê dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin diyar kir ku biryara neçûna serdana Îmraliyê ya CHP’ê dê hem ji bo wê hem jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke û got diviyabû CHP’ê ji rabûrdiya xwe ders bigirta.
Rêveberê KATDER’ê Mehmet Çîçek ê ku li Rihayê weke Apê Mele dihat naskirin û wefat kir, li Pirsûsê hate definkirin.
Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên zarokan aşkera kir. Li gorî raporê, di nava salekê de herî kêm 192 binpêkirinên mafan hatin kirin.
Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên ku ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Dayika Kaymaz, Makbula Kaymazê got: “Kurê min ger bijiya dê 33 salî bûya.”
Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, diyar kir ku ji bo mafên neteweyî û di mijara demokratîkbûnê de dixwazin bi Şamê re lihev bikin. Îlham Ehmedê ji bo Tirkiyeyê jî got: “Pêdivî bi zîhniyeteke nû heye. Berjewendiyên hevpar hene.”
Parêzer Erdal Kuzu, diyar kir ku doza Ugur Kaymaz veguheriye dozek binpêkirinan û got: “Ger pêvajo bi ser bikeve divê ji bo bicîanîna daxwazên kesên bi binpêkirinan re rû bi rû mane mekanîzmayên nû bên afirandin.”
Hevserokê Çukurova GOÇ-DER'ê Mehmet Alî Oral diyar kir ku heta cerdevanî, deverên mayinkirî û qedxeyên li ser mêrgn neyên rakirin, pêvajo pêş nakeve û got: "Sê milyon kes ji bo vegera li gundên xwe li benda çareseriyê ne."
Ji qurbaniyên Komkujiya Helebceyê yên ku di çarçoveya projeya "Gundbajar" a li Mûşê hat çêkirin û paşê veguherîn kampan çar salan man, tenê gorên wan man. Niha xelkê Mûşê xwedî li van goran derdikeve.
Zeyneb Celaliyan ku 20 sal in li Girtîgeha Yezid tê girtin, tevî ku 3 hefte li ser emeliyata wê re derbas bûye jî nayê dermankirin û ji kontrolên tenduristî bêpar tê hiştin.
AKP ku bi rojeva serdana Îmraliyê civiya, ragihand ku dê Tifaqa Cumhur dengê erênî bide.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bal kişand ser civîna komîsyona li Meclisê ku dê bi rojeva serdana Abdullah Ocalan bê gel hev û got: “Ya rast û pêwîst ew e ku hemû partî ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re nekevin nava fikaran û bi erênî nêz bibin.”