Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
- rojane
- 13:09 09/4
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk didomin û di êrişên dawî de gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bikaranîn.
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk didomin û di êrişên dawî de gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bikaranîn.
Bi îdiaya “heqaret li serokkomar kirine” cezayê hefsê li dayik û bavê Berkîn Elvan hate birîn.
Der barê Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr de bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
Der heqê 7 rojnamegerên protestoyên li Stenbolê dişopandin doz hate vekirin. Di îdianameyê de ev îdiaye hate kirin: “Tu tespîtên ku li cihê bûyerê xebatên rojnamegeriyê meşandibin nehatine kirin.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku Abdullah Ocalan têkildarî pêvajoyê gavên pêwîst avêtiye û got: “Hewceye zemîna qanûnî, siyasî û hiqûqî ya vê pêvajoyê bê amadekirin û pêwîstiyên wê bên cîbicîkirin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bi wesîleya cejnê li Îmraliyê hevdîtin kir û got mamê wî Abdullah Ocalan jê re got: “Hêviya min heye, ez ê heta dawiyê vê pêvajoyê bidomînim."
Li gorî rapora texmînkirina hewayî ya meteorolojiyê, li bendê ye ku li gelek bajarên bakurê Kurdistanê barînên zêde bibarin.
Li girtiyên nexweş Suat Oguz û Mehmet Tîryakî bi hinceta ku li dijî zexta lêgerîna nava dev derketine, 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hate birîn û sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.
Di 3 mehên dawîn ên salê de rêjeya tijîbûna girtîgehan 14 hezar û 478 kes zêde bû. Hejmara girtiyên li girtîgehên ku kapasîteya wan 299 hezar û 940 e, bi zêdebûna dawî re gihîşt 398 hezar û 694 kesan. Bi vê hejmarê re kapasîteya heyî ya girtîgehan 98 hezar û 754 kesan derbas kir.
Birayê Ferhat Kurtay ê ku yek ji pêşengên berxwedana Girtîgeha Amedê Ferît Kurtay, têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan got: "Ger em tişta dikeve ser milê me bikin, wê dewlet mecbûr bimîne gavê bavêje."
Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê der barê "Banga Aşitî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û geşedanên dawî de hevdîtinan pêk tîne.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo ku bipirse ka pereyên ku ji bo Hatîce Onaran şandine çawa hatine xerckirin ji girtîgehê re daxwazname şand.
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek têkildarî rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay pêşnûmepirs da Meclisê û got: “Soydan Akay krîza dil derbas kir lê nexweşxaneya girtîgehê çima tenê teşhîsa rabûna tansiyonê kir?”