Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê vîdeoyeke nû
- polîtîka
- 16:25 29/3/2024
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, derbarê hilbijartinên herêmî de bi gotina “Çavên me sond xwarine, qet ranazên” vîdeoyeke nû parve kir.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, derbarê hilbijartinên herêmî de bi gotina “Çavên me sond xwarine, qet ranazên” vîdeoyeke nû parve kir.
Tuncer Bakirhan ê di mitînga Wanê de axivî, wiha got: “Tu partiyên ku pirsgirêka kurd çareser nekin bi ser nakevin. Gel di Newrozê de ji bo çareseriya meseleya kurd weke navnîşan Îmrali nîşan da û got ‘Birêz Ocalan muxatabê meseleya kurd e.’”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Giyadînê axivî. Bayindir, diyar kir ku ev hilbijartin referandûma gelê kurd û banga dengdayînê û xwedîderketina li sindoqan li her kesî kir.
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Edeneyê Arîfe Çinar îdiayên ku DEM Partî xwe ji hilbijartinên Edeneyê vedikişîne derewand û wiha got: “Em ji bo hilbijartinê amade ne û dê bi ser kevin.”
DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Rihayê heta danê paşîvê mal bi mal digere û hevdîtinan bi gel re dike.
Ciwanên li Dîlovasiya ku ji ber bêkariyê gelek kesan koçî Ewropayê kiriye, anîn ziman ku ji bo guherînê dê biçin ser sindoqan. Ciwanan îşaret bi DEM Partiyê kir û wiha gotin: “Li her cihê ku biserdikeve bihar tê, çima bila bihar neyê vir?”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mitînga Silopiyayê de axivî û ji bo dîplomasiya dewleta tirk a ji bo amadekariyên şer wiha got: “Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Bazarcix û Dîgorê tev li hevdîtinên bi gel re bû û ev peyam da: “Gelê Dîgorê dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve û şaredariya xwe bi dest bixe.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Bazîdê axivî û wiha got: “Çavê me li malê tu kesî nîne. Lê em mêtingeriya tu kesî jî qebûl nakin. Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin.”
Li navçeya Şemrexê bi sedan welatiyan ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re bi meşaleyan meş li dar xistin.
DEM Partî ji bo bidestxistina Şaredariya Cîhanbeyliyê bi ruhê seferberiyê dixebite. Namzetên hevşaredariyê Eylul Yaylaci û Hasan Ateş got ku dê serkeftina wan bibe bersiva li dijî polîtîkayên pişaftinê.
Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê yên DEM Partiyê Meral Alagoz Îmre û Gursel Eren diyar kirin ku ew amade ne şaredariya navçeyê ku AKP’ê ew kiriye kavil, bi rê ve bibin.
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgûn, diyar kirin ku ew ê şaredarîvaniyeke li ser hîmê beşdariyê û demokratîkbûyînê esas bigirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di mitînga Çewligê ku bi hezaran kes tevlibûn de axivî, li dijî gotinên Tayîp Erdogan ên “bila xwe îspat bikin” ku ji bo partiya wan gotin, ev tişt got: “Em jî dibêjin ku tu derkeve xwe îspat bike.”
DEM Partiyê lez da xebatên xwe û li hemû deriyan dixe. Ji bo hilbijartinê çendek roj mane û partiyiyan got ku dê di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin.