Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet
- polîtîka
- 09:21 06/6/2018
Namzetê HDP'ê yê Osmaniyeyê karkerê înşeatê Muslum Çagan, anî ziman ku ji bo di Meclîsê de bibe dengê hevalên xwe yên karker ew bûye namzet.
Namzetê HDP'ê yê Osmaniyeyê karkerê înşeatê Muslum Çagan, anî ziman ku ji bo di Meclîsê de bibe dengê hevalên xwe yên karker ew bûye namzet.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Farqînê xîtabî hezaran kesan kir û got: "Partiyên din dê dîsa di hilbijartinê de bên ber deriyên we û dengan ji we bixwazin. Lê tu dengên ku em bidin kujerên xwe tune ye. Gelê kurd êdî dengê xwe nade partiyên vîn û nasnameya wan înkar bike. Gelê kurd êdî yekîtiya xwe ava kiriye. AKP'ê dît ku winda dike difikire ku sindoqan bibe Qandil û Minbiçê."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Siwêregê bi gel re hat gel hev û got: “Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekirin hemû li sergoyê çopê ne. Dor hat AKP’ê hemin te jî çareser nekir, lê hûn ê jî biçin sergoyê çopê. Dev ji polîtîkaya xwe ya şer berdin û bi edebê xwe biçin.”
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, gotinên Erdogan yên duh li Amedê kirin bi zimanekî tuj rexne kir û wiha got: “Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan ranegirt. Ratiyên dîrokê serobin dike. Her tiştî berovajî dike."
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji Girtîgeha Edîrneyê kampanyeya hilbijartinê bi rêve dibe diyar kir ku dê pergala zilma heyî di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibe û got: “Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Îdirê beşdarî mîtînga gel bû. Buldan, di mîtingê de xîbatî gel kir û got: "Me soz da malbatên ku zarokên xwe winda kirin. Me Sûr, Gever, Nisêbîn, Cizîr ji bîr nekir. Me soz daye wan. AKP'ê li Îdirê bazirganî qedand. Berê 4 hezar TIR'an diçûn û dihatin. Niha daketin 400 TIR'an. Gel dê li sindoqan xwedî derkeve."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, polîtîkayên AKP'ê yên li dijî olê îslamê rexne kir û destnişan kir ku herî zêde AKP'ê zerar da olê îslamê û wiha got: "Erdogan bikeve dê faîz bikeve, Erdogan bikeve dê dowîz bikeve."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî DTSO ziyaret kir û got: “Aboriya herêmê têk diçe. Esnaf û gel xwîn digirî û ew jî pereyan dixwin. Teşvîkê ji vir girtine, lê birine li Stenbol, Girava Man û New York’ê xwarin e.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Erdexanê xîtabî gel kir û got: “AKP dibêje ‘Hedefa me 2023’ê ye.’ Lê dê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibe. Hêza tu kesî nîne ku kurdan înkar bikin. Em ê bi Tirkiyeyek bê AKP şiyar bibin.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ziyaret kir. Temelli, diyar kir ku Dayikên Aştiyê her dem pêşengiya têkoşina aştiyê kiriye û wiha got: "Ji bo ev şer û kuştin bi dawî bibe kirin qêrîn. Lê îktîdarê dijberî vê yekê 'Plana hilweşînê' xist meriyetê. Em bi hevre ji vê yekê re bêjin Êdî Bes e.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li navçeya Dîdîmê Cemxaneya Dîdîmê ziyaret kir û danezana Serokê AKP'ê Tayîp Erdogan ku qala "Statuya cemxaneyan" dike rexne kir. Buldan, bang li Erdogan kir û got: "16 salin tu li ku bû?"
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got: “Rojeva me ya sereke û rojeva sereke ya Tirkiyeyê ewlehiya sindoqan e. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku xwedî li sindoqên xwe derbikevin û bibin parêzvan û nobedarê dengên xwe.”
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP) û Namzetê Serokomariyê Temel Karamollaoglu danezana hilbijartinê aşkere kir û got: "Em di çareseriya pirsgirêka kurd de bi biryar in. Hemû mirov wek hev ji dayik dibin."
Namzetê Serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce, helwesta Erdogan rexne kir û got: “Erdogan dibêj e 'Ez dê kaporta, lastîk û koltukê çêkim.' Ez jî dibêjim em mejiyê wê çêkin. Nezan e. Cahîl e. Ji ber ku matematîk û fîzîkê nizane."
Namzeta parlementeriyê ya rêza yekemîn a Îzmîrê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku tekane partiya ku rejîma yek zilamî ji holê rabike HDP ye û got: “HDP li hemberî statukoyê, pergala nîjadperest, faşist û mîlîtarîst bi sekna xwe û hêviya ku dide îktîdarên heyî ditirsîne.”