Erdogan çû Bosna Hersekê
- polîtîka
- 13:02 20/5/2018
Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, çû Bosna Hersekê
Di ser destnedayîna parlamenteran ku wekî “darbeya siyasî" hat pênasekirin re 2 sal borîn. Wekîlê Serokê Meclîsa yê HDP'î Mithat Sancar, diyar kir ku operasyona darbeya siyasî piştî 2 salan pûç bûye û wiha got: "Ji ber ev plana darbeya siyasî ya îtifaqa AKP-MHP'ê têk çû, neçar man ku hilbijartinê pêk bînin.
HDP ku çend roj berê deklerasyona xwe ya hilbijartinê daxuyandibû, dê di 23'yê Gulanê de li Amedê "Deklarasyona çareserkirina pirsgirêka kurd" li Amedê deklere bike.
Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Selîn Sayek Boke, ji bo sozên desthilatdariyê yên îstîkrara aboriyê yên piştî hilbijartinê, got ku “AKP’a ku aborî têk bir, ne mimkûne ku Tirkiyeyê ji vê rewşê derbixîne. Ji xwe AKP berpirsê vê têkçûyînê ye û divê ev pergal bê guhertin.”
Zanyarê Siyasetê Mûstafa Pekoz, diyar kir ku HDP bi beyannameyeke ku li gorî rastiya sosyo-polîtîk a Tirkiyeyê derketiye pêşberî civakê û nemaze jî diyarkerê hilbijartina serkomariyê ye. Pekoz got: "Eger muxalefet bi hev re sindoqan biparêze, bi rihetî dikare Erdogan bixîne."
Li Sêrtê jinan destnîşan kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de reqorê bişkînin û ji bo ew 3 wekîlan bi dest bixin çi ji destê wan bê ew ê bikin.
Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, destnîşan kir ku dê hêzên civakiyî yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê îtifaqeke demokratîk a xwezayî çêkirine, dê herdu îtifaqên rastgir birûxîne. Her wiha Togrûl bi lêv kir ku bêyî kurdan dê tu îftifaq nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî Îsrailê rexne kir û xwest peymanên bi Îsraîlê re bi dawî bike. Temellî ji AKP'ê xwest peymanan bînin meclîsê û hemû bi hevre betal bikin.
90 endam û Serokê Partiya Vatanê ya Amedê, li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ên “Ger ez bibin desthilatdar, ez ê HDP’ê bigirim” li avahiya partiyê daxuyanî dan û ji partiyê îstîfa kirin. 90 siyasetmedarên îstîfa kirin gotin ew ê dengên xwe bidin HDP’ê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê danezana ku ji 88 rûpelan pêk dihat parve kir û soza jiyanek nû da 80 milyon gelê Tirkiye. Di danezanê de diyar kir ku ew dê di qada demokrasi, azadî, edalet, jiyana civakî û aborî de jiyanek nû ava bikin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî danezana hilbijartinê aşkere kirin û gotin: "Netew, bawerî û kedkar dê hemû benden li pêşiya HDP’ê hilweşînin. Emrê AKP’ê bi mohrekê maye. Divê hemû aligir û hêzên demokrasiyê li derdora HDP’ê bibin xelek.”
HDP'ê manîfestoya Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş aşkere kir. Demîrtaş di manîfestoya xwe de got “Ez wekî Serokomarekî têm kudawî li pergala yek mirovî bînim." Demîrtaş di manîfestoyê de diyar kir ku ew dê aştiya polîtîkayên derve, makeqanûna demokratik pêş bixin, OHAL'ê rakin, aboriyê rast bikin, jibo jinan polîtîkayên pozitif pêş bixin û ji bo her ciwanekî mehê 500 TL kartca ciwantiyê bidin. Demîrtaş, da zanîn ku dê ji bo kesên astengdar Wezareta Mafê Astengdaran ava ava bikin û ji bo elewiyan îbadetxaneyan ava bikin û ji bo hemû mafan azadiyê pêş bixin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bi xebatkarên çapemeniyê re hat cem hev. Temellî diyar kir ku ew dê di 25'ê Hezîranê de bi heviyek nû û rojek nû hişyar bibin û wiha got: “Êî dem dema guhertinê ye."
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li paytexta Iraqê Bexdayê dengê xwe da. Dema deng avêt sindoqê got: “Hilbijartin gelek girînge û wê pêşeroja me diyar bike.”
Hevberdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku ew dê danezana xwe ya hilbijartinê 14'ê Gulanê aşkere bikin. Bîlgen anî ziman ku danezana wan nexşeya sazkirina qanûna bingehîn a demokratîk e û got: "Em dê nexşerêya ku çawa dawî li pergala yek zilamî bînin aşkere bikin."