Xwestin Demîrtaş bê berdan
- polîtîka
- 13:49 05/5/2018
Hin wekîlên CHP’ê, ji bo namzetê serokomariya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan bang kirin.
Hin wekîlên CHP’ê, ji bo namzetê serokomariya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan bang kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, duh li Amedê di civîna aşkerekirina namzetê serokomariyê de aşkere kir ku Selahattîn Demîrtaş namzetê partiyên kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Pêkhateyên partiyên kurdan ên tev li hewldana îtîfaqa partiyên kurdan bûn jî, xwestin tifaqa hilbijartinê bibe tifaqa yekîtiya neteweya kurd.
Wezîrê Çandê yê berê Ertugrul Gunay têkildarî tifaqa desthilatdarî û partiyên muxalefetê got: “Her du tifaqa jî encax mirov dikare wek ‘navendî û rastgir’ pênase bike. Feraseta HDP’ê li derve dihêlê divê demokratîkbûna wan bê nîqaşkirin.”
Namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, di daxuyaniya ji bo ajansa me da de têkildarî pêvajoya hilbijartinê ya CHP’ê de got: “CHP tu carî nebû hêvî û alternatîfeke rast. Hêvîdarim qet nebe di tûra duyemîn de ji bo destekkirina me xwe dûr nexin.”
Namzetê serkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bi awayekî fermî piştî daxuyandina namzetiya serokomariyê ewilî daxuyanî da ajansa me. Demirtaş ji bo namzetiya xwe got: "Di girtîgehan de bi navê derfetê tu tişt tune ye. Lê ji bo firsenda herî biçûk jî tev li têkoşîna gel bikim, çi ji destê min bê ez ê bikim."
KCD, HDP û DBP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê û yekîtiya kurd de HAK-PAR’ê ziyaret kir. Ahmet Turk li vir axivî û got: “Divê em kurd birîna xwe bi destê xwe bipêçin. Pêvajoya pêşiya me girîng e. Lazim e em yekîtiya xwe fireh bikin."
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ku tê payin HDP wî wekî namzetê Serkomariyê nîşan bide, ger ku neyê berdan, dê 2 roj berî hilbijartinê li Dadgeha Enqereyê bi hilbijêrên xwe re bê cem hev.
Hevdîtina 5 partiyên ku “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” ava kiribûn a li gel HDP’ê bi dawî bû. Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozeçelîk anî ziman ku hevdîtina wan erênî derbas bû. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî da zanîn ku daxwazên 5 partiyan daxwazên HDP’ê ne û yên gelê kurd ên hevpar in.
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo namzetiya serokomariya Tayyip Erdogan serî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dan.
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, diyar kir ku ew dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê ya parlamenteriyê û Serokomariyê de, dê piştgiriyê bidin HDP’ê
Alîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Mehmet Turkmen, hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand û got: “Hêzên demokratîk divê performansek bilind nîşan bidin. Em dikarin bi cihêrengî û piranîparêziyê polîtîkayên tekparêz ên Erdogan têk bibin.”
Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû, diyar kir ku tekane alternatîfa ji bo rûxandina pergala heyî HDP ye û got: “HDP û şerê ku HDP temsil dike hêviya vî welatî ye. Ev hêvî carekê mezin bû, şîn bû. Em ê pêşerojê ava bikin.”
AKP'ê bi îmzeya 316 wekîlan ji bo namzetiya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan biryara komê girtin.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, îtîfaqa di navbera CHP, Partiya ÎYÎ, DP û SP'ê de nirxand û diyar kir ku îtîfaq dişibe erebeya ku balansa rota wê xera bûye her dem dikişîne milê rastê.
Endamê Dîwana KCD’ê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku der barê hilbijartina zordest de du stratejiyên wan hene û got: “Em ê tevî hemû pêkahteyên li Kurdistanê û gelên Tirkiye bi awayekî hevpar li dijî faşîzmê tev digerin riyeke hevpar bibînin.”