KCD: Li dijî şer û siyaseta rûxandinê, em li gel Efrînê bin
- polîtîka
- 14:58 19/1/2018
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir û bang li AKP'ê kir ku dest ji dijminahiya kurdan berde.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir û bang li AKP'ê kir ku dest ji dijminahiya kurdan berde.
Bertek û nerazibûnên li dijî operasyona ku Tirkiyeya dixwaze li dijî Efrînê pêk bîne zêde dibe. Partiyên Herêma Federal a Kurdistanê jî bertekên hişk nîşanî operasyonê da. Tevgera Goran, Komela Îslamî, Tevgera Azadî û Eniya Demokrasiya Gel li dijî gefên Tirkiyê banga xwedîderketina Efrînê li tevahiya kurdîstaniyan kirin û gotin “Bi ruhê Kobanê em ê li Efrînê xwedî derkevin.”
Nûnerên partiyên siyasî, bertek nîşanî operasyona li dijî Efrînê dan û diyar kirin dê bi ruhê serhildana Kobanê bersiv bidin êrîşên li ser Efrînê û bertekên xwe nîşan bidin.
Yek ji damezirînerê AKP’yê Abdullatif Şener, destnîşan kir ku operasyoneke leşkerî ya li hemberî Efrînê dê pirsgirêka kurd girantir bike û got: "Serokomar Erdogan ne tenê partiya xwe, hewl dide CHP, MHP û HDP’yê jî dîzayn bike."
HDP'iyên li Stenbolê ji bo kongreya 11'ê Sibatê xebatan dimeşînin, ji bo kongreya ku wekî avakirina 2'yemîn pênase dikin ev tişt gotin: "Dê rojeva esasî têkoşîna li dijî faşîzmê be û em ê bi ser bikevin. Em wekî HDP em ê di nava têkoşîna şoreşê de bin."
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser 5 sal cezayê li wekîlên wan Behçet Yildirim û salek cezayê yê li Selma Irmak hat birîn û ev tişt got: “Ev ceza li aştî û biratiya gelan hat birîn.”
Rêveberên partiyên siyasî yên kurd nerazîbûn nîşanî amadekariyên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dan û gotin ku gelê kurd wek li Kobanê dê di mijara Efrînê de jî partî û perçeyên xwe bikin yek û helwestek nasnametiya welatparêziyê nîşan bidin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven der barê mijara Efrînê de hikûmetê hişyar kirin û gotin wê gelên Tirkiye bedêla şer bide û divê gel hay ji qarqarên şerî hebin.
Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, diyar kir ku hewldana êrîşeke li dijî Efrînê dê li wir sînor nemîne, şer li tevahiya sînor belav bike û xwest Tirkiye ji Kobanê dersê derxe.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku êrîşek pêkan a Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê amadekariya darbeyê ye û got: “Li Sûriyeyê derde Erdogan ne Amerîkaye. Derdê Erdogan kurd û destekftiyên kurdan in.”
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca ya parlamenteriya wê hat xistin, diyar kir ku di vê dema ku pirsgirêkên civakî kûr bûne, kedkar, jin û bawerî HDP'ê wekî hêvî dibînin.
Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), bi serokatiya Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan li hev dicive. Li bendê ye ku di civîna MGK’ê de OHAL 3 mehên din jî bê dirêjkirin û biryarên amadekariyên destwerdana li dijî Efrînê bê dayîn.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, helwesta hikûmeta Tirkiye ya li dijî Efrinê rexne kir û xwest dest ji hewldanên şer berde. Kemalbay, diyar kir ku Şerê Sûriye ber bi dawî ve diçe û maseyên çareseriyê tên avakirin, lê Tirkiye şerê heyî sor dike û wiha got: "Di vê pêvajoya hewldanên çareseriyê pêş dikevin de hewldanên hikûmeta Tirkiye ya sorkirina şer nayê qebûlkirin."
HDP'ê li dijî hewldana dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirkiyeyê daxuyanî da û destnîşan kir ku gefên Serokê Giştî yên AKP’ê Erdogan ên li dijî Efrînê nayên qebûl kirin.
Wekîlê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, bal kişand ser "plana çong şikandinê" û aşkera kir ku mafê jiyanê, azadiya reman û rêxistinkirinê, mafên makeqanûnî binpê kirine, divê bi berfirehî ev plan bê lêkolînkirin.