Kerestecîoglu: Hikumet ne ji bo jinan, ji bo şer dixebite
- polîtîka
- 16:00 14/12/2017
Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu li ser butçeya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê li Meclisê mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Di butçeyê de bi vekirî hatiye dîtin, hikumet ne ji bo jinan ji bo şer xebitiye." Kerestecîoglu li ser nîqaşên "Kurdistanê" jî axivî û aşkera kir ku tişta ku welat barçe bike ne têgehên erdnîgarî û dîrokê ne, şidet û cudakarî ye.